Dîroka Kurd cara yekem bû helwesteke wiha tund ji jineke Kurd dinivîsand; êdî wê li gel navê Kawayê Hesinkar û Kawayê Hemdem Mazlum Dogan wê navê Zekiye Alkan jî bihata nivîsandin. Herwisa bû sembola Newroza azad û li her çar aliyê welat weke alekê hate bilindkirin. Adalet Alkan; xwîşka Zekiye Alkan e, ji salên 1970'yî ve li paytexta Almanya Berlînê dijî. Bi munasebeta 24. salvegera çalakiya dîrokî ya Zekiye Alkan, em bûn mêvanê xwîşka wê Adalet û me çiroka malbata Alkan ji Koçgiriyê destpê dike guhdarî kir.


Em bi malbatê dest pê bikin. Kok malbata Alkan ji ku dest pê dike?

Apê bavê min Huseyîn 85- 90 salî bû, wî digot em merivên Heyder Beg in. Ji Koçgiriyê ne, behsa Alîşan û Ziya beg dikir. Heyder Beg gotibû ax û erdê we li vir e, werin ser axa xwe. Malbat ji bilî Alkan bi navê Sîlalî jî tê nasîn; ev jî ji vir tê: Silêman û Alî kirine Silalî piştê komarê dibe Alkan. Li Îmranlî ya Sêwasê bûne, ji eşîra Îzolan in. Ji Koçgirî tên li gundê Hemidiyeyê bi cih dibin Akdag (Gumuşhane - Kelkît) di dema me de 250 xane bû. Tev jî Kurd û Elewî bûn. Piraniya wan jî ji Dêrsimê hatibûn. Em 9 xwîşk û bira ne, Zekiye zaroka 8'emîne dê û bavên me jî dotmam û pismam in.

Rewşa Kurdbûnê ango asta Kurditiyê di nav malbatê de çawa bû?

Dê û bavê min siyasî nebûn, lê gorî dema xwe rewşenbîr bûn, çewtî û neheqiyê qebûl nedikirin, di hilbijartinan de dengê xwe didan (Partiya Gel) CHP yî bûn. Me dizanibû ku em Kurd û Elewî ne. Ji bo hinan gava digotin Kurd 'şafiî û sunî' dihat bîra wan. Hindek binxêzî dikirin, digotin em 'Kurdên Elewî' ne. Hîç ji bîra min naçe.

Zarokatiya Zekiyeyê çawa bû?

Di sala 1965'an de di meha 12'an de hate dinê. Gullu pir hez jê dikir. Ji ber wê dev ji dibistanê berda. Heta hindek bi xwe ve hat. Sê salî bû; xwendinê pişkaftibû. Pir çavdêr bû, dişopand. Bi rastî jî zekî û zîrek bû, li Erzînganê çû dibistanê.  Mamosteyan Zekiye weke nimûne nîşanê zarok û malbatan didan. Em û mamoste cîran bûn, wî digot; Zekiye heta êvarê di baxçeyê de dilîze û di dersê de jî ya herî serkeftî ye.

We texmîn dikir ku lehengeke wiha mezin û navdar ji Zekiye derkeve?   

Di hişê me de bûyereke wiha derbas nedibû, lê wek pêşengekê xuya dikir, heqaretê qebûl nedikir. Dijjber bû. Zilm, neheqî teşîr dikir. Têkiliya wê bi malbatê re û bi derdor re pir baş bû

Bîranînên te yên bi Zekiye re çi ne?

Gava ez hatim ew xwendekar bû. Gava ez diçûm têkiliya me gelek baş bû. Min hiç tişteke xelet li gel wê nedît. Em qet rexne nakin, li ber jî bejna xwe ditewînin. Deniz, Mahir, Îbo, Alî Haydar, Sakîne, Mazlum û wd. Tev jî Zekiye ne û Zekiye jî ew in. Bê bedel têkoşîn nabe. Lê dîsa jî zehmete ku mirov bibêje ev bûyereke baş bû. Gora wê li Îzmîrê ye. Par jî ez li wir bûm, li ser gora wê, zarokan pirs kir, ev kî ye, çi kes e, çima evqas kes tên serdana wê, jin û mêr zarok, kal û pîr...tiştê wiha nehatiye dîtin. Mîna perestgehekê ye. Gora apê min jî li wir e. Piranî jî di meha Adarê de gelek kes tên serdana Zekiyeyê.

Gora wê taybetî ye, wek abîde ye?

Ji mermerê ye, asayî ye. Faşîst nahêlin, gorên Elewiyan xera dikin. Me got wê bibe hedefa êrîşan. Li ser kêla wê: wêneyek heye. Weke rolyefê hatiye çêkirin. Pir balkêş e.

We kengê û çawa bûyerê bihîst?

Dişa min ji min re got. Gava min bihîst, gotin nexweş e. Li Enqereyê bû. Şewat mewat gotin, çi ye çi nîne. Ew roj jî di hişê min de bû. Hîseke nebaş hebû bi min re. Bûyereke ne bi vî rengî, lê wekî din tiştin dihatin hişê mirov.  Hêj li Îzmîrê têkiliya wê bi şoreşgeran re hebû. Zekiye hêj di dibistana navîn de Deniz Gezmiş û şoreşgerên hevalên wî nas dikirin.  Birayê me hate girtin îşkence dît. Li Amedê pêş de çûbû. Diya min, bavê min jî pê dizanîn, carek nasnameya wê wenda bûbû, bavê min got; ji sedî sed daye hevalekê.  

Bûyera ku lê bandor kiriye, rûdaneke wisa hebû?

Zekiye pirtûka 'Çaran' xwendibû. Ew pirtûk beriya Newrozê di destê wê de bûye. Derbarê girtiyên li zindana Amedê de tiştin gotibûn. Polîs jinên ku li zindanê zarok tînin, li ba xwe dihêlin û tiştek nadine wan, dibêjin ev zarok wê bibine terorist. Sala 1990'î de tê Îzmîrê. Li zarok û pitikan dinêre û dibêje; "li ber çavên me îşkence li milet dikirin."   Piştî çalakiya wê gava ez çûm heval jî li wir bûn. Me xwest em bibînin, ji MÎT'ê kesek li wir bû. Zehmetî derdixist. Ez çûm cem hişê wê jî li cih bû. Heta wefat kir jî hişvekirî bû. Destê xwe rakir, hejand.

Ciyê bûyerê wek li ser bedenên Amedê hate ragihandin. Hûn çûne ciyê bûyerê?
Ne li ser bedenan e, li ber bedenê ye.  Mêrekî kal hebûye, yek jî baxhçevan, herî baş wî dîtiye. Şahid e. Ew jî miriye. Zekiye diruşme qêriyaye. Saet di 3'yan jî 4 an de ye. Li Amedê meş dikin, Newroz tê qedexekirin û gel belav dikin, dû re ew diçe û çalakiyê pêk tîne.  Beriya çalakiyê gotiye: "Newroz ne bi tenê bi dar û tekelan, lê bi agirê bedenên mirovan ve jî tê pêxistin." Navê Mazlûm Dogan jî diqîre. Li nexweşxaneyê sê roj axivîbû, ev tişt yek bi yek gotibûn.. Çapemeniya  Tirk digot; ev dîne, ji hevalê xwe qetiyaye û derûniya wê xera bûye. Tev de derew nivîsandin, medya Tirk bêwijdane, bêexlaq e. Ma roj nema 21'ê Adarê, roja Newrozê mirov bikeve buhrana evînê? Ev çi bêrûmetî ye?
Gava em çûn polîsan êrîş kir. Nedixwestin cenaze bidin me. Diya min gote rayedarên dewletê; "eger hûn cenaze nedin ezê jî xwe bişewitînim." Me ew derxist. Komek xwendekaran girtin, ew jî ji bo Zekiye hatibûn. Keçeke xwendevan a li heman malê diman piştî çalakiyê nameya ku Zekiye li pey xwe hiştibû tune kiribû.
Wêne û hind belgeyên Zekiyeyê bi hinekan re hene, li gorî bihîstina me, lê bi destê me neket. Dibêjin li Stutgartê bi hevalekê re ye, ez niha jî tika dikim bila ji me re bişînin. Wê ew ji min re şandine, bila bigihînin me. Eger hûn peyda bikin dibe qenciyeke pir mezin. Malbata me jî li bendê ye.

Gelo hesteke çawa ye ku mirov xwîşka yeka wisa be?

Ew ji bo me pîroz e, gelê Kurd, dinya lê xwedî derdikeve. Mirin tahl e, hela mirineke wiha, lê ew rûmeta me ye. Nirx û rûmet e, hevrêya me ye. Yekemîn şehidê malbatê ye. Gava ji me re gotin, bi hezaran mirov tên ser gora wê, ev rûmet ji me re bes e. Têkoşîna wê, rêberiya wê bilind e. Em çawa jê birevin, ev dibe nankorî. Nasnameya me ev e; Kurd, ji Koçgiriyê ne û Elewî ne. Tev de sedem e ku em serbilind bin.


YEKO ARDIL/BERLIN