LUQMAN GULDIVÊ


Zembîlfiroş yek ji wan destanan e ku hem di nivîsê de çi tesewuf û çi ne, hem jî di gotinê de di nava miletê Kurd de belav e. Herçî xet in, bi xetên Feqiyê Teyran û Melayê Bateyî navdar bûye. Ji bajarên Kurdistanê jî Farqîn û Zaxo xwedîtiyê lê dikin û dibêjin, serpêhatiya wê her li nava erd û eqarên wan rûdaye. Helbet dema em berê xwe bidin xetên hibrê, yên Feqî belavtir in û bi sed reng û cureyî tên gotin û vegotin, nexasim jî dema em berê xwe didin qesîdeyan, em rêz û ristên wî dibihîsin.

Ev destana hanê, Feqî wekî mijareke tesewufê girtiye dest û pê evîna mecazî û heqîqî terîf dike û her wiha xurtiya evîna heqîqî hem di ruh û mejî de (ya Zembîlfiroşî), hem di qalib û bedenê de (ya Gulxatûnê) terîfek dike bi serencameke karîger. Di rastiyê de evîna Gulxatûnê ku diviya ya mecazî bûya, ewqasî xurt e ku mirov di dawiyê de ji xwe weke guhdar yan jî xwendevan bikeve şikê û bibêje, gelo li vir jihevcihêkirina evîna mecazî û heqîqî heye yan na. Di hin berhemên tesewufê de xwendevan pirraniya caran tên ber vê duriyanê.


Li ser Feqî

Feqî weke yek ji helbestvanên Kurmanciyê yê herî zêde di nava xelkê de karîbû di serdema helbesta klasîk a Kurmanciyê de cihê xwe çêke, herçî zayîn û mirina wî ye, lihevkirinek nîne, tevî ku ji dayikbûna wî ji çarîneyeke wî dikare bête tesbîtkirin 

“Sal hizar û çil û yek çûn” ev jî sala hicrî ye ku teqabilî 1563´yê mîladî tê teqrîben. Em bi roja mirina wî nizanibin jî em dizanin ku heta sala 1050´î ya hicrî (1640´ê mîladî) ew sax bû, lewma ew vê demê di helbesteke xwe de bi hesabê ebced hildide.

Feqiyê Teyran li Muksê ji dayik bûye, lê li ser cihê ku tê veşartin gelek varyantên devkî hene, li gorî wan ew yan li Muksê, li gundê Werezûzê, yan jî li Hîzanê  li gundê Şandîsê, hatiye veşartin.

Navê wî yê rastî Mihamed e. Di hin helbestên xwe de navê xwe yê rastî bi kar aniye. Li gorî hin agahiyan Feqî ji mala Mîrên Muksê ye û navê wî yê din di nava xelkê de “Feqê Mala Mîr Ebdalan” e. 

Lê dema mirov li jiyana Feqî dinihêre, dibîne ku ew mîna derwêş û alimekî jiyana xwe geh li Muksê geh li Cizîrê û geh jî li Finikê derbas kiriye û ji ber vê yekê Feqî ji aliyê gel ve hatiye nasîn û xelkê hez jê kiriye. Feqî pirraniya helbestên xwe li Finikê dinivîse û li vir derbarê jiyan û nivisîna helbestên wî de gelek çîrok jî tên gotin û ev gotin di nava demê de li gelek cihan belav dibin û heta dema me jî mane. Di nava berhemên wî yên di nava xelkê de jî belav û naskirî de Dîwana wî, Zembîlfiroş, Şêxê Senan, Keleha Dimdim û Bersîsê Abid hene. 


Zembîlfiroş ê evîndarê heqîqetê

Ey dil were dîsa bi coş
Carek ji cama mey binoş
Bikim qîsseta Zembîlfiroş
Da seh bikin hîkayetê 


                  (Feqiyê Teyran) 

 

Li mîrekî bifikirin ku piştî bi qudreta afirîner û bi fenabûna mutleq a her mexlûqî dihise, dev ji tevahiya dewlemendiyên xwe berde, li xwezayê û kêmderfetiyê vegere û debara xwe biçêkirina zembîl û firotina wan bike. Zembîlfiroş ha ew mîr bi xwe ye.

Rojekê ji rojan ji bo ku zembîlên xwe bifiroşe berê xwe dide sûk û meheleyên Farqînê (bila Zaxoyî dilê xwe negirin, em li vir cih didin yek varyantê) û di ber bircekê re dibihure ku jê re wê paşê Birca Zembîlfiroş bihata gotin. Ev destpêka serpêhatiya wî ye ku wê dawiyê li serpêhatiya wî ya fanî bîne. Di nava vê serpêhatiyê de derb li gelek qalib û hizrên hişk dikeve ji aboriyê heta bi azadiyê, ji evînê heta bi peywendiyên cinsî, ji dilsoziyê heta bi riyakariyê.

Ji xwediyên bircê, Gulxatûn bang li Zembîlfiroş dike, lewma ew tavilê dilketiye deng û nûra li ser eniya wî. Ew jê dixwaze tevî zembîlên xwe derkeve jor, û Zembîlfiroş ji bo firotina zembîlan biya wê dike û diçe cem Gulxatûnê.


Made û manewiyat

Gulxatûn awirên wisa vedide ji Zembîlfiroşê lihevhatî û û wechê wî yê bi nûr, Zembîlfiroş di niyeta wê û arezûyên wê digihîje. Tevî mutleqiya bedewiya xatûnê û terîfkirina wê, ev dibe resmê trajediyekê, destpêkeke bi êş a ji wêjeyên destpêkê…

Gulxatûn encama tevahiya behremendiya Xwedayî ye, ya herî xweşik û herî nazenîn e. Rûyê qemerî, bejnûbala tayek rihan, bîhna gulî, çavên xezalî û awirên agirî… hemû jî mibalexeyên maqûl in ji bo teşbîha bedewiya jineke mîna Gulxatûnê.

Xatûn evîna xwe ya ji bo Zembîlfiroş venaşêre û dilê xwe û niyeta xwe lê eşkere dike. Di edeba tesewufê de ya li hemberî me, evîna qalib e; ango di dijberiya made û manewiyatê de, ew li aliyê madeyê ye, di mecaz û heqîqetê de ew li aliyê mecazê ye.

Gulxatûn bi rehetî tevdigere ji ber ku ew pişta xwe bi xurtiya xwe ya civakî rast û qewîn dike, yê li hemberê wê jî zembîlfiroşekî xizan e. Zembîlfiroş, bi israr û ji dil hewl dide Gulxatûnê razî bike û wê lê serwext bike ku ew tobedar e û talibê heqîetê ye û nikare xayîniyê bike bi vê lêgerîna xwe ya heqîqetê di nava nivînên Gulxatûnê de. Piştî vê li gorî rîwayetekê, Zembîlfiroş dixwaze xwe ji destê xatûnê xilas bike, lê ew deriyan li ber digire û zembîlfiroş jî xwe ji bircê diavêje xwarê û ruhê teslîmî Xwedê dike. Di pey wî re jî Gulxatûn xwe diavêje.

Li gorî tesawufê, Zembîlfiroş di ya zahîr de bin binketibe jî, di heqîqetê de bi ser ketiye. Lê dema ku mirov li rîwayetan binihêre û her weha li nivîsên tesewufê yên Feqî û Melayê Bateyî, ew ê bibe niheqiyeke mezin ku em bibêjin, Gulxatûn bi evîna xwe tenê temsîla madiyat, yan jî evîna mecazî dike. Dilsoziyeke ji ya Zembîlfiroş a ji bo heqîqetê ne kêmtir a ji bo evîna wê li hemberî me ye. Ji ber vê yekê jî mirov bivênevê ji xwe dipirse, gelo evîna wê bi çî xwe ji ya heqîqî a Zembîlfiroş kêmtir e? Çawa ku Xanî gotiye:


Kes nîne ne talibê cemalê
kes nîne ne raxibê wîsalê

Hin raxibê husnê layezal in
 Hin talibê qalibê betal in

Lêkîn hemîyan yek e yeqîn dost
ferqa ku heye ji mexzê ta post


Em vegerin li varyantên Zembîlfiroş ku dibêjin, ew bi saxî ji bircê filitî û hat cem maliyên xwe. Paşê Gulxatûn bi ser mala wî ve dibe, jina wî razî dike ku li şûna wê bikeve nav nivînên wê. Zembîlfiroşê şeva nîvê şevê vedigere malê û dikeve nav nivînên xwe, û dema dixwaza bi hevjîna xwe şabibe, pê dihise ku ew kes ne hevjîna wî ye û ji rebê xwe dixwaze ruhê wî bistîne, Xweda jî vê daxwaza wî bi cih tîne. Di hin varyantan de dibe kevir, di hinan de dibe kevok, lê di hemûyande Gulxatûn jî dide dûv wî, ew jî dibe kevir, ew jî dibe kevok. Ango ti varyanta devkî jî nîne ku vê dilsoziya Gulxatûnê tine bike. Ji ber wê jî ev destana eşqa heqîqî û mecazî, di dawiyê de guhdaran û xwîneran metelmayî dihêle, ew di mêzîna xwe de cihê zembîlfiroş girantir bike, timî dilsoziya Gulxatûnê jî giran dike û serencam jî jixwe her nîşana vê yekê ye.


Qeyûmê Tirk birca Zembîlfiroş xera dike


Birca Zembîlfiroş a Keleha Farqînê ku mijara gelek efsane û çîrokan e û bi hezaran sal e bi kevirên xwe yên taybet heta roja îro li ser piyan maye, di bin xetera qeyûmê dewleta Tirk ê şaredariya Farqînê dagirkirî de ye. Birca Zembîlfiroş a ku bi giştî 25 metreyan bilind e, beşek ji keleha yekemîn e ku li gorî pergala dagirtinê hatiye avakirin. Lê birca dîrokî ku bi gelek taybetmendiyên xwe tê naskirin, bi hinceta firehkirina rê ya qeyûm, tê texrîbkirin.


Di encama çêkirina rê de hilweşiya

Di encama çêkirina rê de ku qeyûmê dewleta Tirk kir, li gel hilweşîna gelek malan li Birca Dîrokî a Zembîlfiroş jî zerar bû. Her wiha beşa vê birca dîrokî ya ku nêzî rêya tê firehkirine ji ber xebatên ku hatin kirin bi pirranî hilweşiya.

Birca ku makîneyên kar bi hêsanî xwe lê dan, nehat parastin û bi dehan kevirên wê hatin derxistin. Kevirên ku bi kepçeyan ji bircê hatin derxistin bi rojan e li ser rê hatine hişitin. Projeya çêkirina rê ya qeyûm li gel ku rastî nerazîbûnên welatiyan tê jî nayê rawestandin.


‘Ne şaredarî qereqol e’

Welatiyên Farqînê nerazîbûn nîşanî vê projeya talanker a qeyûm dan û gotin, ji ber şaredarî wekî qereqolê ye, ew nikarin biçin şaredariyê û wiha peyivîn: “Şaredarî wekî qereqolê ye, em çawa biçin? Em biçin jî em ê nikaribin nerazîbûna xwe bînin ziman. Li ber çavê me dîroka me talan dikin. Em bang li raya giştî dikin ku li dijî vê talanê bêdeng nemîne û li vê birca dîrokî xwedî derkeve.”