Serokê Desteya Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim diyar kir ku berxwedana ku beriya du salan li Kobanê hatiye meşandin, zemîna pêkhatina Sîstema Federaliya Demokratîk ava kir û destnîşan kir ku ev sîstem, ji bo tevahiya Sûriyê derbasdar e.

Mislim derbarê 2’yemîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ku di 15’ê îlona 2015’an yên li ser Kantona Kobanê nirxandin kir. Mislim got ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê ji Kobanê destpê kir û Kobanê di tevahiya Sûriyê de bû mînak û wiha peyivî: “Kesên ji demokrasiyê, xweseriyê û wekheviyê hez nakin, qebûl nekirin ku xelkê Rojava li Bakurê Sûriyeyê sîstemeke demokratîk ava bikin. Ji ber wê jî digotin ku Kobanê bixînin, tecrûbeya 19`ê Tîrmehê û rêveberiya xweser bixînin. Hêza YPG’ê şervanên Kobanê li hemberê van êrîşan bi ser ket.


Berxwedanê guherînên piralî pêkanîn

Enwer Mislim piştî êrîşên li ser Kobanê û berxwedana li hemberê êrîşan guherînên siyasî, civakî, diplomasî jî wiha nirxand: “Li hemberî êrîşên ku li ser Kobanê hatin kirin, berxwedaneke mezin hat nîşandan. Bi wê berxwedanê pêşketinên şoreşa 19’ê Tîrmehê û tecûbeya Rêveberiya Xweser ku veşartî bû ji tevahiya cîhanê re hat zelalkirin. Tevahiya cîhanê dît ku hêza sereke ya parastinê YPG’ê ye. Ew jî hem axa xwe û hem jî sivîlan diparêze. Berxwedana vê hêzê li hemberê DAIŞ`ê ku bi rojan Mûsil û Reqa bi dest xwe xist, bal kişand. Ev yek di aliyê leşkerî de destkeftiyek bû. Tecrûbeya YPG`ê îsbat kir ku ew hêzeke mirovahiyê ye.”


Nêrîna cîhanê guherand

Mislim her wiha destnîşan kir ku berxwedana Kobanê nêrînên li ser doza Kurdan û hişmendiya wan a mirovahiyê jî guhertin: “Di aliyê diplomatîk de jî çav li Rojava vebûn û saziyên ku hatine avakirin bi bajarên Sûriyê re hatin hevrûkirin. Ji ber vê hat dîtin ku li vir saziyên civaka sivîl tên pêşxistin. Berxwedana Kobanê di aliyê neteweyî de jî Kurd gihandin hevdû. Cara yekem di dîrokê de piştî bangawaziyên ji bo pêkanîna Kongreya Netewî ya Kurdî li ser axa Kobanê yekîtî pêk hat. Ciwanên her çar parçeyên Kurdistanê yên ji Bakur, Başûr Rojhilat berê xwe dan Kobanê û cihê xwe di vê berxwedana dîrokî de girtin. Her wiha di Rojava de hersê kantonan piştgirtiya hevdu kirin. Ev di aliyê netewî de bû hêviyek ku di pêşerojê de pêwîst e Kongreya Neteweyî pêk were.”


Bi yekîtiya Kurdan ve biser ket

Di aliyê civakî de jî gelê Kobanê DAIŞ qebûl nekir. Tevî ewqas ziyanên li Kobanê çêbûn, lê xelkê wê bi serbilindî xwedî li axa xwe derketin û li hemberê êrîşan li ber xwe dan. Bi vê yekê jî jiyaneke nû destpê kirin. Beriya Kobanê li Şengalê komkujî pêk hat. Her wiha li ser Cizîrê û Efrînê, Kobanê û herî dawiyê li bakurê Kurdistanê jî çêbûn. Ev peyameke ku divê Kurd kongreya xwe ya netewî li dar bixin. Berxwedana Kobanê bi destekdayîna Kurdan bi ser ket. Tevî ku beşek biçûk ji Kurdan li pêşiya Kongreya Netewî dibin asteng lê, her çar aliyên din ên welat bi lidarxistina kongreyê re ne. Di çi şert û mercan de dibe bila bibe, divê Kurd, Kongreya xwe çêbikin û qedera me nekeve destê hin aliyan. Ji bo ku komkujî li Kurdistanê çênebin. Divê hêzeke Kurdistanî ya hevbeş çêbibe.”


Desthilatiya yekperestî nema

Mislim di warê bihevre jiyanê û aliyê guherîna civakên li rojava de jî bandora berxwedana Kobanê wiha şîrove kir: “Berxwedana Kobanê bû bingehek ku em bikaribin bi hev re bijîn. Di berxwedana ku hatî kirin de, Şervanên Ereb, Tirkmen û hêzên weke Şems El-Şemal û Cebhet El-Ekrad jî li kêleka YPG`ê cih girtin û di çeperên pêş de şehîd bûn. Ji bo Sûriyê rengê navendî ku ji Şamê de partiyek, neteweyek an jî zimanek desthilatdariyê bike, nema. Pêwîstî bi projeyeke berfireh ku bê qebûlkirin hebû. Ew proje jî federalî ye. Federalî li ser bingehê ku em weke netew bi hevre jiyan bikin. Çi Kurd, Ereb, Turkmen û Çerkes, Êzîdî, Misilman û Xiristiyan bi hev re wekhev bijîn. Wê projeya Federaliyê li Bakurê Sûriye pêk were û wê pêşeroja Sûriye Sîstema Federal be.”


Minbicê rê li hatina terorîstan girt

Enwer Mislim pêvajoya şerê rizgarkirina Minbicê û qewimînên li dûv hatîn jî wiha nirxand: “Xelkê Minbicê gelekî êş dîtin. Bangewaziyên wan ji bo tevahiya cîhanê û Sûriyê jî hebûn. Piştî ku meclîsên leşkerî û sivîl ên Minbicê hatin avakirin. Piştgirtî ji Rêveberiya Xweser û QSD`ê hat xwestin. Ji ber ku xelkê Minbicê bi QSD`ê re bûn û mesaja ji Kobanê re şandin bersiva wan hat dayîn, Minbic hat rizgarkirin. Çima Cereblus hat dagirkirin? Em tevahî dizanin ku DAIŞ`ê ji Ewrûpa tê di riya Tirkiyê re derbasî Sûriye dibe û şerê Rojava dike. Dema ku Minbic hat rizgarkirin, hêdî hêdî riya DAIŞ`ê hat girtin. Çima hikûmeta AKP`ê piştgirî da DAIŞ`ê? Ji ber ku li cem Tirkiyê fobiya Kurdî, tirsa ku Kurd mafê xwe bi dest bixin, heye.”


XEBAT ÊTO / ZANA SEYDÎ /KOBANÊ