Xalis Misewer ji ajansa ANHA´yê re axivî û da zanîn ku girîngiya lidarxistina ‘Kongreya Neteweyî ya Kurd’ di şert û mercên herêmê de gelekî girîng e yekîtî bê avakirin.
‘Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiyê heye’
Misewer, da zanîn ku rewşa niha li herêmê heyî û derfetên şoreşgerî ku derketine holê, gelek metirsiyên li ser sînor û yekîtiya gelê Kurd şikandine û weha dewam kir: “Heger em niha li rewşa heyî binihêrin. Şoreşa heye bi nihêrîna min, di vê demê de pêwîst e gelê Kurd yekîtia xwe çêke û kongreya navneteweyî ji bo yekîtiya Kurdan saz bike. Bi vê yekê gelê Kurd wê karibe zextê li raya giştî ya cîhanê bike ku hebûna kurdan a fermî û mafê wan qebûl bikin.”
‘Eger Kongreya Neteweyî nebe Sykes-Picot heye!’
Misewer da zanîn, eger kongreya neteweyî neyê lidarxistin, gelê Kurd wê careke din bi peymanên wekî Sykes-Picot re rû be rû bimîne. Misewer bang li hemû hêzên Kurdistanî û gelê Kurd kir ku berjewendiyên gelê Kurd li ber çavan bigirin û dûrî berjewendiyên partîtî û kesayetî ji bo lidarxistina Kongreya Neteweyî têkoşînê bikin û weha peyivî: “Divê hemû nakokiyên xwe bidin aliyekî û berê xwe bidin xizmeta giştî ya gelê Kurd. Pêwîst e ku partiyên siyasî li nihêrînên gelê Kurdistanê guhdarî bikin û Kongreya Neteweyî li dar bixin.”
Misewer di dawiya axaftina xwe de jî da zanîn ku gelekî girîng e û pêwîst e Kongreya Neteweyî di vê demê bê lidarixsitin.
ANHA/QAMIŞLO