Hejmara 26’an a kovara ZEND’ê ji nav weşanên Enstîtûya Kurdî ya Stenbolê bi naveroka xwe ya dewlemend gihişt ber destê xwendayên Kurd.
Di vê hejmara kovarê de gotarên derbarê ziman, wêje, dîrok û folklora Kurdî de cih digirin. Ev hejmar bi gotara Yehya Elewîferd ya bi navê ‘Weznên Hêjayî di Helbesta Kurdî’ de dest pê dike.
Devoka Feylî
Gotara Umîd Demirhan a derbarê ‘Devoka Feylî ya Zaravayê Kelhûrî’ jî di kovarê de cihê xwe girtiye. Demîrhan di vê gotarê de pêşî derbarê cih û warê Kurdên Feylî agahiyan dide û pişte jî rêzimana devoka Feylî bi mînakan dike û wan jî bi Kurmancî dinivisîne.
Hevpeyvîna bi zimanzanê Emerîkî Micheal Chyetî re
Gotara Eyyup Subaşi ya bi navê ‘Heft-Xwana Rûsemê Zal li gorî Teoriya Monomîtê’ yek ji van nivîsan e ku di kovarê de cih girtiye. Her wiha gotara Mehmet Gultekîn a bi navê ‘Bandora Şerefnameyê li ser Mem û Zîna Xanî’ jî mînakeke din a derbarê wêje û dîroka Kurdî de ye ku di kovarê de cih girtiye.
Xebateke balkêş jî hevpeyvîna Umîd Demîrhan a li gel zimanzanê Emerîkî Micheal Chyetî ye. Chyet di vê hevpeyvînê de qala xebata xwe ya li ser ferhenga Kurdî-Ingilîzî dike û bi bîr û boçûnên xwe yên der barê zimanê Kurdî û xebatên ferhengnasiyê de rê nîşanî nifşên nû dide.
STENBOL