Hejmara 21’emîn a kovara Zendê ku ji hêla Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê ve ji 3 mehan carekî derdikeve, derket. Di vê hêjmarê de jî gelek makaleyên lêkolînî yên di warê ziman, wêje û dîrok û ramangeriya Kurdî de cih digirin. Dîsa du hejmarên Kurdistana 1908-1909 de derketibû pêşkêşî lêkolîneran tê kirin. Rojnameya Kurdistanê (1908-1909) ji hêla Surreya Bedirxan ve hatibû derxistin û wekî berdewama yekemîn rojnameya Kurdî Kurdistana 1898’an tê pênasekirin û ji aliyê Yener Koç û Serhat Bozkurt ve hatine amadekirin.
Taybetiyên Kurdên lek hatine pêşkêşkirin
Lêkolîner Îbrahîm Seydo Aydogan jî li ser “Lehengên jin di wêjeya Kurdî û romanên mêran de”makaleyek nivîsandiye. Aydogan, di vê makaleya xwe de balê dikêşe li ser lehengên jin ên ku bi destên nivîskarên mêr hatine sêwirandin û nivîsandin.Umîde Demîrhan jî li ser zaravayê lekî û çand, erdnîgarî û taybetiyên Kurdên lek sekiniye. Di heman demê de Demîrhan taybetiyên Kurdên lek jî aniye ziman. Netîce Altun jî bi zaravayê kirmanckî, li ser polîtîkayên pirzimanî û nimûneyên ji Ewropayê rawestiyaye.
Zimanzan Samî Tan bi serenava xwe ya “Di avakirina nasnameya neteweyî de Ehmedê Xanî” balê dikişîne ser aliyê netewesaziyê yê Ehmedê Xanî, zimanzan Zana Farqînî jî gotarek bi navê “Weke çavkaniyeke zimanê Kurdî Ehmedê Xanî”nivîsandiye.
AMED