Xwedê dizane Misriyên zengîn ên berê, xwestine xelk zanibin ka li ser sifreya wan çi heye. Beriya bi bêhtirî 3 hezar salan, teqrîben beriya mîladê bi 1350 salî, ev resmê dîwar hatiye xêzkirin. Li ser sifra raxistî hejîr, xurme, hinar, gelek şiklên nan û tevî werdekek biraştî gelek cureyên goşt, mirov nas dike. Ev wêne li ser dîwarekî gora ziyaret a Nebamunê bûye. Berê resm 61 santîmetro ye û dirêjahiya wê jî 104 santîmetro ye.

 

FRANKFURT