
Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê “Şeva Yelda” pîroz kirin. Nûnerê Zerdeştiyan jî daxwaz dike ew cejna wan bibe helkefta fermî li Kurdistanê. Di salnameya Kurdî de 21´ê Kanûnê (doh) roja dawî ya payîzê û roja herî kurt ya salê bû, helbet şev jî dibe şeva herî dirêj ya salê. Di ola zerdeştî de ji wê şevê re dibêjin “Şeva Yelda.”
Bi helkefta Şeva Yelda, Zerdeştiyên Başûrê Kurdistanê li Silêmaniyê merasim li dar xistin.
Der heqê vê merasimê de, nûnerê zerdeştiyan li Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî, Awat Hisamedîn got ku di pîrozkirina Şeva Yelda de 8 daran wek sembola 8 olên Kurdistanî çandine.
Bila bibe cejna fermî
Awat Hisamedîn her wiha got ku wan şevçirayê jî çêkiriye û di şevçirayê de mewij, hinar û şeraba sor danîne. Nûnerê Zerdeştiyên Kurdistanê daxwaz kir pîrozkirina Şeva Yelda bibe cejneke fermî li Kurdistanê û got, ber ku dijminên Kurdistanê ev cejn qedexe kiribûn, lê niha dema wê ye ku em vê cejnê zindî bikin.
SILÊMANÎ