Şampiyonê Elmanya Îsmaîl Ozen ê li bajarê Elmanya Hambûrgê dijî û ev 9 sal in boksoriyê dike, gundê Zergelê ziyaret kir û ji malbatan re sersaxî xwest.
Ozen ji bo tevlî çalakiya nobedê ya li Pirsûsê bibe jî çûbû Pirsûsê û alîkariya bingehîn a ji 20 tonî ya li Elmanyayê berhev kiribû, li Kobaniyan belav kiribû. Ozen ê ji Dêrsimê di heamn demê de ragihand ku ew ê beşeke mezin hatineyên di pêşbirka Şampiyoniya Ewropayê ya meha Kanûnê de bi dest bixe, bide zarokên Kobanê.
Piştî Kobanê çû Zergelê
Ozen ji aliyê endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Savaş Amed, Hevşaredarên Qendîlê Emîne Ahmed Abdullah û Mûhammed Hasan Hamed ve hat pêşwazîkirin û piştre malbatên şehîdan ên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ziyaret kir, sersaxî xwest. Ozen bi malbatên şehîdan re li cihê komkujiyê daxuyaniyek da.
Ozen diyar kir ku dewleta Tirk ji raya giştî ya cîhanê re îdîa dike ku li sivîlan nedaye û got, "Lê belê piştî hatim vê derê min dît ku rewş ne weke ku dewleta Tirk dibêje ye." Ozen da xuyakirin ku qetilkirina sivîlan rewşeke tirsnake û destnîşan kir ku her çend ev rewş tê dîtin jî dewleta Tirk îdîa dike ku sivîl qetil nekiriye. Ozen da zanîn ku gerîla li serê çiyê ne, li Zergelê sivîl hene û destnîşan kir ku wî bi çavên xwe dîtiye, îdîayên dewleta Tirk ên 'me sivîl qetil nekirine' derew in.
ANF/BEHDÎNAN