Li ser fermana Midûryeta Herêmê ya Amedê ya DEDAŞ´ê, ev 10 roj in ku elektrîk ji ser 10 gundên Sîlopiyayê hatiye qut kirin. Ji bê avî, zeviyên gundiyan hişk dibin p zirareke mezin li wan dibe. Van çend rojên dawiyê cotkaran êdî kir hewar ji bo palehiyê.
Gundên ser bi Silopiyaya Şirnexê ku şirketa DEDAŞ´ê ji ser wan elektrîk qut kiriye, ev in: Hevindiga, Takiyan, Bedro, Nehrêwan, Gund Hadid, Kurawa, Sufi Salim, Rîhani, Rubaî û Basorin. Cotkaran li ser vê telefonî şefîtiya ariza û temîrê ya Belavkirina Ceyrana Dîcle (DEDAŞ) a Sîlopiyayê kir û xwest sedema qûtbûna ceyranê fêr bibin. Ya derketî holê ew e ku Midûryeta Herêmê ya DEDAŞ’a Amedê ferman daye û elektrîk daye birrîn; sedem jî soreta ji ecêban wêde ye: abonetiya 47 bikarhêneran nîne, hêjayî gotinê ye ku li 10 gundên elektrîk ji ser wan hatiye birrîn, 7 hezar malbat hene.
Santral li Silopiyayê ye, lê elektrîka wê qut dikin
Welatiyê bi navê Ridvan Kuytan, diyar kir ku mexdûriyeta cotkaran, kêfî ye û wiha axivî: “Ligel ku santrala ceyranê ya aîdê Koma Cîner a Silopiyayê heye jî, me bê ceyran dihêlin. Ji vê derê ceyran ji bo Iraq û Karadenîzê diçe. Lê em gundiyên Silopiyayê ji ber nebûna ceyranê mexdûr dibin. Dema mijar dibe Şirnex, em bêxwedî dimînin. Nêzî 15 jimêrekên min hene û deynê min jî nîne. Ti hêviyên me ji rayedaran nînin.”
Kuytan, got ev 9 roj in wan av berdeya ser zeviyê xwe, lê ji ber nebûna ceyranê av naçe ser zeviyan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji ber hatin û çûyîna ceyranê 3 roj in, qewasê lê didim û derdixim. Her ku qewas dişewite em bi hezar û 400 TLyan temîr dikin. Di deqeyekê de bi dehan caran ceyran diçe û tê. Ev nêzîkatiyeke kêfî ye. Her tişta li Şirnexê diqewime kêfî ye.”
MA/ŞIRNEX