Li Başûrê Kurdistanê melayekî bi navê Mazhar Xorasanî dibêje, divê mêr bi çar jinan re bizewicin. Rêxistinên jinan giliyê wî kirin û doz lê vekirin. Jin di doza xwe de dibêjin, mela Mazhar heqaret li jinan kiriye.

Yek ji kesên doz vekiriye, Bahar Munzir hukûmet û parlamenê rexne dike bi sedema bêdeng in û dibêje, doz ne ya çend jinan e ku heqaret li wan hatiye kirin; doz a tevahiya jinên Kurdistanê ye.

Li Başûrê Kurdistanê, melayek bi navê Mazhar Xorasanî bawer dike ku divê mêr heta çaran jinan bînin. Kesên li ber vê fikra wî radibin jî weke kafir û jirêderketî bi nav dike. Sazî û rêxistinên jinan jî ji ber ku di bernameyeke televizyonê de heqaret li jinan kiriye, giliyê wî kirin û kirin ku doz lê bê vekirin. Mele Mazhar di dema derketina teblîgata dadgehê de axivî û îddîa kir ku gelek jin li naverastê mane û divê mêr bi zewacê li xwe mahr bikin. Mela îddîa kir ku ev emrekî Xwedê ye. Mela kesên li ber wî radibin jî weke kafir û jirêderketî bi nav kir. Dema mela daxuyanî da, kesên li dora wî mîna DAIŞʼiyan tekbîr dan.

Doza tevahiya jinên Kurdistanê ye

Rêxistinên jinan ên doz li mela Mazhar Xorasanî vekirine dibêjin, heqaretê li jinan dike û wan piçûk dixîne. Yek ji jinên gilî kiriye û ji xwediyên dozê, seroka “Rêxistina li ber bêhurmetiya li dijî jinan rabin” Bahar Munzir li ser sedema xwe ya vekirina dozê, got, “Me weke parêzvanên mafê jinê, doz li Mela Mazhar Xorasanî vekir. Ji ber ku wî di kanala televîzyonê ya Suruşt de çêrî jinan kir, bêhurmetî û bêrêzî li wan kir.” Munzir rexne li hukûmet û parlamenê jî girtin bi sedema li ber kesekî heqaret li jinan dike ranabe û got, “Divê dadgeha Hewlêrê meseleyê ne tenê weke meseleya çend jinên Mela Mazhar heqaret li wan kiriye bibîne, divê weke doza tevahiya jinên Kurdistanê bibîne.”

Dîsa yek ji kesên doz vekiriye, helbestvan û profesor Çoman Herdî ye û ew jî dibêje; “Em ê destûrê nedin ku muhafezekar û tarîperest heqaretê li me bikin.”

Mela Mazhar Xorasanî di îfadeya xwe ya li pişt caxên hesinî de îddîa kir ku neheqî lê tê kirin.

Li Iraqê pirrzewac qanûnî ye

Li ser erda Iraqê zewaca bi gelek jinan re qanûnî ye. Parlamena Herêma Federe ya Kurdistanê jî sala 2008ʼan bi guhertina di qanûna 1959ʼan de bi şertê jina yekê destûrê bide, kir ku mêr karibe bi jina duyemîn re bizewice. Jin bi vê guhertinê razî nebûbûn, di heman demê de kesên xwedî li pirrzewacê derdikevin jî nerazî bûn. Tevî vê jî gelek kes ji bo cara duyemîn bizewicin, diçin derveyî sînorên herêma federe û li wir dizewicin.

 

HEWLÊR