Ji wan dozan 4 dozên berdanê ne, ji Dadgeha Gel re hatine şandin. Piranî dozên din jî bûyerên malbatî ne. Sedema wê vedigere zewcandina bi temenê biçûk e. Derbarê mijarê de Endama  komîteya Lihevanînê ya girêdayî Navenda Zanist û Perwerdeya Jinan a bajarê Dêrikê Narîman Mihemed ji ANHA’yê re axivî.

Zewacên bi temenên biçûk

Mihemed wiha got: “Piranî dozên ku ji navendê re hatin dozên bûyerên malbatî ne. Sedema wê vedigere zewaca bi temenê biçûk. Her wiha yek ji sedemên sereke yên pirsgirêkên di navbera hevseran de zewicandina bi temenên bi çûk e û pirsgirêkan kûrtir dike û digihêjin asta berdanê. Me wek komîteya lihevanînê ya girêdayî Navenda Zanist û Perwerdeya jinan, me 9 dozên di navbera herdu aliyan de çareserkirin. Dozên girêdayî berdanê jî ji Dadgeha Gel re hatin şandin.”
Mihemed da zanîn ku ew li gorî çand û exlaqê civkakê dozan çareser dikin û wiha anî ziman: “Em wek endamên Komîteya Lihevanînê bi hemû hêza xwe em hewl didin bûyerên tên navendê bê ku neheqî li aliyekî bibe bi rengekî wekhev çareser bikin..Em herdu aliyan vedixwînin rûnişkandineke li hevanînê û em li wan guhdarî dikin. Piştre li gorî qanûn û exlaqê civakê em pirsgirêkan gotûbêj dikin û şareserdikin.” Mihemed destnîşankir ku zewaca berî temenê 18 salî sedema bingehîn a pirsgirêkên malbatî ye.

Mînakên ji hev veqetînê pir in

Narîman Mihemed mînakek pirsgirêkan nîşan da û wiha vegot: “Pirsgirêka keçeke bi navê F. Ş a ku di 13 salî de hatiye zewcandin heye. Piştî zewaca wê bi 3 mehan ji ber nikaribû berpirsiyariya zewazê tehemol bikira. Pirsgirêk di navbera wê û hevserê wê yê bi navê E. K de derketin. Tevî ku ew di meha 2’yan de ducanî bû bûyera wan gihîşt asta hevberdanê. Komîteya Lihevanînê ya navendê bi riya gelek rûnişkandinên lihevanînê di navbera herdu aliyên de nîqaşên hevberanê çareser kir." Mihemed di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jin û malbatan kir ku zarokên xwe di temenê biçûk de nezewîcînin.

ANHA/DÊRIK