Li Rojavayê Kurdistanê ji ber girtina deriyên sînor pirsgirêka gel di nav zor û zexmetiyên mezin de ye. Tevî şert û mercên zivistanê ji ber mazot tine ye gel nikare xwe germ bike û di sermayê de dijî. Yek ji pirsgirêka herî mezin ku rû dide jî nan e. Piştî şerê li Sûriyê ji ber tunebûna ard, sotemenî û hevîrtirş piraniya kargehên nan hatin girtin. Ji ber girtina deriye sînoran alîkariyên ku rêxistinên civaka sivîl û gel kom dikin dikin jî nagihin Rojava û gel tevî şer û mercên zivistanê gel bi birçîbûnê re jî rû bi rû ye. Ji ber vê yekê  gelê Kurd hewl dide ku bi alîkariya Meclîsên Gel, bi derfetên xwe pêdiviyên xwe pêşwazî bike.  Li Kobanê jî nanpêjên ku hene nema dikarin hewcedariyên gel bi cîh bînin. Ji ber vê yekê Meclisa Bajarê Kobnanê berê xwe da 11 aşên ku bi salane xebata xwe rawestandine, wan ji nû ve dan temîrkirin û niha ketine xizmeta gel.

Xwediyê aşê bi navê Îmad Besrawî diyar kir ku aşê wî ku bi salane nedixebitî, bi daxwaza Meclisa Gela Bajarê Kobanê vekiriye û ji serê sibê heta êvarê li vî aşî genim dihêre.

ANF/KOBANÊ