Komeke parazvanên mafê mirovan a Elman çû serdana Nobeta Azadiyê ya li Strasboûrgê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclan û elaqedarî tecrîd û bûyerên li Kurdistanê agahî wergirtin.
Ji her beşê civakê elaqeyeke zêde ji bo Nobeta Ji Ocalan re azadî heye ku li ber Konseya Ewrûpayê (KE) ya li bajarê Fransayê Strasboûrgê didome. Doh komeke Elman a ji parêzvanên mafê mirovan hevdîtin kirin li Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DMME) û KE´yê. Komê paşê seriyek da çalakiya nobetê jî.
Tecrîdkirina Ocalan û zextên li dijî civakê
Nûnerê HDP´ê li KE û Parlamena Ewrûpayê Fayik Yagizay koma Elman li cihê nobetê derbarê çalakiyê de agahdar kir. Parezvanên mafê mirovan ên Elman li rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîdkirina wî ku ev 2 sal in nahêlin malbata xwe jî bibîne, pirsîn. Endamên komê rahiştin broşûrên ku li çalakiyê dihatin belavkirin.
Nûnerê HDP’ê Yagizay li gel rewşa Ocalan bal kişande ser polîtîkayên faşîzan ên li dijî HDP’ê, DBP’ê, muxalefetê, parezvanên mafê mirovan û rewşanbîran jî.
Ji endamên komîteya amadekar a çalakiyê, Zulkuf Bîngol jî li ser polîtîkayên faşîzan ên Erdogan û bûyerên li çar parçeyên Kurdistanê, agahî dan koma Elman.
Bi sedhezaran mirov hatin agahdarkirin
Nobeta Ji Ocalan re Azadî ya li Strasboûrgê yek ji çalakiyên herî demdirêj a li Ewrûpayê ye ku heta niha bê navbereke rojekê jî, dewam kiriye. Çalakiya nobetê 25’ê Hezîrana 2012’an dest pê kiribû. Di çalakiyê de heta niha bi sed hezaran mirovên ji welatên cihê bi broşûr, belavok û pirtûkên biçûk û bi devkî hatine agahdarkirin.
STRASBOURG