Civîna çapomeniyê ku li hola Çopî ya Hotêl Çarçira ya bajara Hewlêrê hat ragihandin. Şêwermendê çapmeniya Serokê Hikumeta Herêmê Zîrek Kemal û gelek rojnamevan amade bûn. Heryek ji Serokê 'KJS'ê Hakim Azad, cîgirê serokê 'KJS'ê Şiwan Dawidî, Biryardera lejneya dakokîkirin ji azadî û mafê rojnamevanan Cemal Hûsên û endama 'KJS'ê Xoşvav Cemîl rapor xwendin. Azad îdiha kir ku li Herêma Kurdistanê rewşa rojnaveniyê ber bi başiyê çûye. Dawidî jî diyar kir ku li bajarên Hewlêr, Silêmanî, Dûhok û Kerkûkê di nava sala 2012'ân de 105 rojvanevan rastî lêdan, geflêkirin, girtin û eşkence kirinê hatine. Di 6 meha destpêkêde 54 binpêkirina mafê rojnamevaniyê ji aliyê Hêzên ewlehî yên herêmê pêkhatine û di 6 meha dawiya sala 2012'an jî 51 rojnamevan rastî şidetê hatine.
2 rojnamevan winda ne!
Heya niha li Herêma Kurdistanê 2 rojvanemav hatine windakirin û tu agahî ji wan nayê zanîn ka çi biserê wan de hatiye, hatine kuştin an jî hêj jî jiyan dikin. Hêj ev yek nayê zanîn? Ev jî rojnnamevan (Mihemed Hesen Ehmed (Mihemed siyasî) 3/2/2007) û (Mewlûd Afend 8/6/2012) in.
105 binpêkirinên mafan
Di sala 2012'an de 105 rojnamevan li Herêma mafê wan hatiye binpêkirin
Li Herêma Kurdistanê 105 rojnamevan rastî binpêkirina mafê hatine. Ev yek jî ligorî hejmarê di sala 2012'an wihaye: Lêdan: 20, Geflêkiirn: 16, Destûrnedana şopandina nûçeyê: 36, Girtina rojnamevan a demî: 27, Hindakirna rovnamevan: 1, Cezakirina madî: 2, Girtin: 2, Zîndanîkirna dem dirêj: 1
SERBAZ SIYAMEND /DÎHA/HEWLÊR