Doh danê sibehî mamosteyên parêzgeha Helebceyê li ber talara Xelat a bajêr dest bi çalakiyê kir. Çalakvanan diyar kir ku ew ê boykotê dewam bikin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek ji aliyê mamoste Serkewt Mihemed ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de li hemberî talankirina mal û dewlemendiyên xelkê Herêma Kurdistanê nerazîbûn hat nîşandan.

Serkewt Mihemed di dirêjahiya daxuyaniyê de got: “Em wê helwêstê şermezar dikin ku dixwaze bi zexta li ser mamosteyan boykotê bişikîne. Di rewşekê de ku hikûmetê ti bersiv nedaye me, em li vir radigihînin ku Boykot dewam dike heta ku daxwazên me bi cih neyên jî wê deam bike.” 


 HELEBCE




Gorran: Em bi PDK’ê re rûnanên 


Li aliyê din ji bo çareseriya krîza siyasî û aborî ya li Herêma Başûrê Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) daxwaz ji Gorranê kir da ku bicivin. Lê belê Gorranê ragihand ku heta parlamento rewa nebe em bi PDK’ê re rûnanin.

Der barê pêşniyaza PDK’ê ya ji bo civînê, berdevkê Tevgera Gorran, Şoreş Hacî ji RojNewsê re axivî û got: “Me heta niha bi fermî bersiva PDK’ê nedaye. Lê bersiva me jî zelal e. Ji ber ku em em wisa bawer dikin ku PDK’ê rewabûna saziyên Herêma Kurdistanê binpê kiriye. Heta ku parlamento û saziyên Herêma Kurdistanê rewa nebin, wateya diyalogê nîne.” 


 ROJNEWS/SILÊMANÎ