Lê li gorî hin çavdêrên siyasî û bi taybetî jî gelek aliyên muxalefetê rejîma Esad rewabûna xwe winda kiriye û êdî çi guhertinan pêk bîne ew nikare pêşiya rûxandina rejîma xwe bigire. Ji ber ku xwîn rijiya û destê vê rejîmê heta qirkê ketiye xwîna sivîlan.
Lê hin aliyên din ên muxalefetê bi taybetî yên hundirê welat hê jî giringiyê dide reforman û guhertinên bingehîn da ku Sûriyeyê ji vê rewşa aloz rizgar bikin.
Rojnameya El-Şerq El-Ewsat di raporteke xwe de balê dikşîne ser mijara ku piştî dûdiliyeke zêde, rayedarên Kurd ên Herêma Kurdistanê bêdengiya xwe şikandin û çend daxuyaniyên tund dijî kuştina Temo û rêbaza bûyerên Sûriyê weşandin.
Li gor vê raporê, serokayetiya Herêma Kurdistanê bo yekem car e bikaranîn şîdetê dijî xwepêşanderên Sûriyê şermezar dike û bi baweriya wê ku berbi şîdet birina berê bûyeran, xizmeta Sûriyê nake, hevdem jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî piştgiriya xwe ya tevahî bo xwestekên sivîl ên Sûriyê pêşan daye. Parlamentoya Kurdistanê jî di wê baweriyê de ye ku terorkirina Temo, xeleka ne armaiyan berfireh dike û Sûriyê jî berbi dahatûyeke nediyar de dibe.
Banga welatên kendavê
Ji aliyekî din ve Serokê dewleta Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe Al-Sanî daxwaz ji hikûmeta Sûriyê kir kuştina rojane rawestîne û riyekê bo diyalogê bibîne û bo çareserkirina aloziyên ku ji Adara borî li Sûriyê berdewam in.
Derbarê ragehandina muxalefeta Sûriyê ya damezrandina civata niştimanî, serokê Qeterê Şêx Hemed Bin Xelîfe bo kanala El-Cezîre got, ev pêngav dikeve berjewendiya Sûriyê, herwiha ji hikûmet û civatê xwest bi hevre kar bikin û li ser destûrekî nû lihev bikin.
Hemed aşkare kir ku tevgereke Erebî heye derbarê bûyerên Sûriyê de û got: “Helbet dewletên Erebî û Yekîtiya Dewletên Ereb tevdigerin, lê tiştê herî giring vêga derbarê rewşa Sûriyê de, rawestandina kuştinê û dîtina mecalekê ye bona xelkê da ku di navbera xwe de karûbarên xwe gotûbêj bikin û dûrî kiryarên kuştinê yên rojane bikevin.”
Wezîrê Derve yê Kiwêtê jî Şêx Mihemed El-Subah daxuyand ku wezîrên derve yên Ereb dê di demeke nêzîk de civînekê lidar bixin bo gotûbêjkirina rewşa Sûriyê.
Şêx Mihemed di civîneke çapemeniyê de li Kiwêtê got: “Dê civîneke wezîrên derve yên Ereb hebe bona minaqeşekirina bûyerên Sûriyê.” Li ser dema civînê, navbirî got: “Niqaşên ciddî hene bi mebesta destnîşankirina dema sazkirina civînê.”
Di dawiya meha borî de, li bajarê Qahîre yê paytexta Misrê, wezîrên derve yên Ereb daxwaz kiribûn “rijandina xwînê li Sûriyê” bê sekinandin.
Rojnameya Washington Post belav kir ku piştî 6 mehan ji ne aramiyên Sûriyê, Iraq berdewam e di pêşkêşkirina hevkariya madî û moralî bo Beşar Esad ku ev gav weke astenga serekî li pêşber siyaseta nû ya Amerîka tê hejmartin û metirsiya wê yekê dirust dike ku Bexda ji xeleka Amerîka dûrketibe. Her çiqasî jî dezgeha sîxuriyê ya Amerîka pêşbînî kiriye ku rêjîma Esad dirûxe.
19 kesan jiyana xwe ji dest da
Hate diyarkirin ku di bûyerên li Bakûr û Başûrê Sûriyeyê qewimîn de 19 kes hatin kuştin. Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê ku navenda wê li Londonê ye ragihand ku di encama êrişa li bajarê Benasê yê li bakûrê Sûriyeyê, ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hate lidarxistin de 10 kes jiyana xwe ji dest da. Her wiha, hate diyarkirin ku li bajarê Heara yê li başûrê welêt jî herî kêm 10 kes hatine kuştin.
Li gor daneyên Neteweyên Yekbûyî, ji 15’ê adarê ve di xwepêşandanên li gelemperiya Sûriyeyê hatin lidarxistin de nêzî 3 hezar kes hatine kuştin, bi deh hezaran hatine girtin.
ŞAM