Pêr derengî şevê hêzeke mezin a asayîşa Zaxoyê bi ser mala Hesen Zaxoyî de girt. Hêzên asayîşê li gel Hesen Zaxoyî du kurên wî û mêvanekî wî binçav kirin. Heta niha ti agahî ji binçavkiriyan nayê girtin û çarenûsa wan nediyar e.
Doh malbat, ji bo bizane sedema binçavkirinê çi ye û ka çarenûsa wan çi ye, çû navenda asayîşê. Lê belê, nedikarî agahiyekê bigire.
Hêjayî gotinê ye ku 16’ê Cotmehê, Hesen Zaxoyî bi tewana ku carekê ji nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên yê li Dihokê hatî qetilkirin re li ser rojeva herêmê axivîbû, hatibû binçavkirin.
Zaxoyî beriya 16’ê Cotmehê gotibû; “Hêzên asayîşê ji min re gotin, peywendiyên te li gel Wedat hene û divê tu serdana me bikî. Ji bo wê ger ez winda bûm, yan jî bi şêweyekî êşkencekirî hatim qetilkirin, bizanin ev karê asayîşê ye.”
DIHOK