Li Parlamena Ewrûpayê pêşnûma biryara ji bo cezakirina Tirkiyeyê ji ber dagirkeriya wê ya li Rojava hat qebûlkirin.

Di pêşnûma biryarê de hate diyarkirin ku dagirkeriya dewleta Tirk tê wateya binpêkirina hiqûqa navneteweyî û banga kirina zextan li Tirkiyeyê li Konseya Ewrûpayê hate kirin.

Demokratên Xirîstiyan, Sosyal Demokrat, Lîberal, Koma Keskan û Komunîstan piştgirî da vê pêşnûmayê.

Pêşnûmayê got, “Ev êriş hiqûqa navneteweyî binpê dike, li herêmê ewlehî û îstîqrarê xera dike, sivîlan koçber dike û dibe sedem ku DAIŞ dîsa zindî bibe.”

Di pêşnûmayê de Parlamena Ewrûpayê (PE) bang li Tirkiyeyê ku vê operasyona leşkerî bi dawî bike.

PE bi pêşnûmayê dixwaze ku Yekîtiya Gumrukê ya di navbera Yekîtiya Ewrûpayê (YE) û Tirkiyeyê de were sekinandin. Di biryarê de hate diyarkirin ku ji bo ambargoya çekan jî hewldan bên destpêkirin.

Ev biryara PE´yê xwedî ferzeke hiqûqî nebe jî, ev pêşniyaz ji Komîsyona Ewrûpayê re hatin kirin û ev cara yekê ye ku PE banga zextên siyasî û aborî li welatekî li ber endametiyê dike.

 

STRASBOURG