Di hilbijartinên Parlamena Ewrûpayê (PE) de namzetên Partiya Çep (Die Linke) ya Elman, xwestin ku tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Ji bo vê yekê jî namzetan bi daxuyaniyeke hevpar bang li CPT’yê kir da ku bi erka xwe rabe.

Hilbijartinên PE´yê 26’ê Gulanê wê pêk bên. Namzetên Partiya Çep daxuyaniyek dan û bang li Hikûmeta Federal a Elman, li Nûnera Bilind a Polîtîkaya Derve ya YE’yê Frederîca Mogherînî, Komîsyona Ewrûpayê û CPT´yê kirin. Wan xwest ji bo polîtîkayên derhiqûqî zext li Tirkiyê bê kirin. Ji bo bidawîkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bibe jî ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê ye, wan ji CPT´yê xwest bi erka xwe rabe.

Daxuyaniya çapemeniyê ya ku bi pêşengiya Murat Yilmaz hat amadekirin, ji hêla van namzetên Partiya Çepgir ve hate îmzekirin: Ozlem Demîrel, Cornelia Ernst, Helmut Scholz, Martina Michels, Claudia Haydt, Malte Fiedler, Marianna Kolter, Sohra Mirow, Keith Barlow, Katrin Flach-Gomez, Anna Marina Durr, David Schwarzendahl, Florian Wilde, Camila Cirlini, Eric Bourguingnon.

 

BERLÎN