Di daxuyaniyê de girtina parlemanterên HDP´ê di vê çarçoveyê de hat nirxandin û hat bibîrxistin ku hevserokên HDP´ê ji wan siyasetvanan in ku bi awayekî bi israr û çalak doza çareseriya pirsgirêka aştiyane û lihevkirina Kurd û Tirkan bûn; ev yek jî girtina wan xirabtir dike.

GEA zextên li ser çapemeniyê jî bi bîr dixe û dibêje, li Tirkiyeyê bi vê yekê mafê îfadekirina ramanê, azadiya fikr û ramanê, azadiya çapemeniyê hatiye betalkirin û yek ji stûnên sereke ê demokrasiyê bi vê yekê li seranserê welêt ji holê hatiye rakirin. GEA dirêjkirina rewşa awarte û minaqeşeyên li ser ji nû ve anîna cezayê îdamê dinirxîne, bi bîr dixe ku rexnekirin ti tesîrê li Erdogan û AKP´ê nakin û pirsa “Yekîtiya Ewrûpayê (YE) çi dikare bike?” dike. Ji bo bersiveke maqûl jî dibêje, weke namzetê endametiya YE´yê heger YE zexta aborî û siyasî li Tirkiyeyê neke, Tirkiye wê her biçe bêhtir ber bi dewleteke otokrat ve biçe. GEA daxuyaniya xwe bi vê bangê bi dawî dike: „Em bang li YE´yê dikin zexta aborî û siyasî li Tirkiyeyê bike. Lewma bi tenê bi vî rengî demokrasiya li Tirkiyeyê dikare bê rizgarkirin, bi tenê bi vî rengî bêhtir muxalif û mirovên fikra wan guhertî dikarin ji girtîgehan bên parastin.” 


NAVENDA NÛÇEYAN