Partiya Çep û Partiya Karker a Sosyal Demokrat Swêdê zextên li ser HDP’ê, Elewî û Hiristiyanan ên li Tirkiyeyê anîn rojeva Parlemena Swêdê.
Serokê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt têkildarî zextên li ser HDP’ê yên ji aliyê desilatdardiya AKP’ê ve tên meşandin bi pêşniyar nameyekê bire rojeva parlemenê. Sjostedt diyar kir, li Tirkiyeyê bi rengekî cidî mafên demokratîk û azadiya mirovan tên binpêkirin û anî ziman, Serokkomarê Tirk Erdogan hewl did partiya herî girîng a mûxalefeta li welêt bitepisîne.
Sjostedt ji Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margot Wallstrom pirsî, ku wê li dijî van pêkanînên li hemberî Hevserokên HDP’ê bi însiyatîfeykê rabe, mijarê bixe rojeva Yekîtiya Ewropayê yan na.
Zexta li Elewî û Xiristiyanan
Parlamenterê Partiya Karker a Sosyal Demokrat Ander Osterberg, ku partiya wî şirîkê herî mezin ê hikûmeta Swêdê ye, di rûniştina pêr a parlamentê de, êrîşên li Tirkiyeyê yên li dijî Elewî û Xiristiyanan xist rojevê. Ji Wezîra Alîkariya Derve ya ji Partiya Keskan Îsabella Lovîn hat pirsîn, ku alîkariyên li derveyî Swêd tên kirin, bi çi rengî wê destekê bidin têkoşîna mafê mirovan û wekhkeviyê ya Elewî û hindekahiyên din.
Wezîra Alîkariya Derve Îsabella Lovîn diyar kir, fikarên Osterberg ên li ser Tirkiyeyê di heman demê de fikarên wê ne û anî ziman, ne tenê li dijî mûxalefetê, her wiha li dijî civaka sivîl, medya û hindikahiyan jî li Tirkiyeyê rewşeke xetere heye. Lovîn da xuyakirin, ku bi alîkariya xwe ya derve re wan bi giranî destek dane projeyên li ser xurtkirina hurmeta ji mafên mirovan, rabûna li ber cihêkariyê û teşwîqa pirrengiya çandî û olî.
ANF/STOCKHOLM