Rejîma Îranê bi binpêkirinên mafê mirovahiyê rastî bertekên mezin tên. Rêxistina Efûyê ya Navnetewî, di rapora xwe ya 2013’an de diyar kir ku merciyên Îranê li dijî kêmarên ku ne Şîî ne newekheviyê dike û bi taybet li ser civaka Sufî û Yarsanî zextan zêde dike. Yarsanî bi navê din Ehl-î Hak wateya wê ‘Mirovê heqîqetê ne’. Li Rojhilatê Kurdistanê ev olê heterodoks zêde ye û piştî sedsala 14’emîn ji baweriya Zerduştiyê xwe xwedî kir û ava bû. Der barê koka ola Yarsaniyê ku ji aliyê Sultan Sahak ku ji koka Musal El- Kazim hatiye û wek Haci Bektaş-i Velî tê binavkirin, agahiyek zelal nîne û bandora gelek baweriya li ser ol heye. Hinek çavkani Yarsanîzmê wek tarîkatekê digirin dest û li gorî hinekan jî oleke cudaye. Yarsanîbûn rastî zextên rêveberiya Şîî û Suuniyan tê. Lê desthildatdariya Sunnî vê baweriyê wek ‘çêker’ dibîne û dibêjin ew di esasa xwe de ne muslimanin. Li Îranê Kurdên Yarsan wek Yarsan an jî Ehl-î Hak tê bi navkirin û li Başûrê Kurdistanê jî wek Kakêyî ango Sarlî tê binavkirin.
TEHRAN