Berpirsê Çapemeniya Tevgera Goran ê Hewlêr Hengaw Haşim derbarê rawestandina radyoya Tevgera Goran li Hewlêrê axivî û got: “Piştî bûyerên vê dawiyê rû dayî, weşana radyoya me li Hewlêr û çend navçeyên din hatiye rawestandin. Radyoya me li gor yasa û destûrên fermî weşanê dike, mafê ti kesî nîne weşana wê rawestîne.”
Haşim ji rawestandina weşana radyoyê PDK berpirs dît û got; “Ev 15 roj in PDK’ê buroyên her du kanalên KNN û NRT ên li Dihok û Hewlêr girtine. Her wiha xebatkarên her du kanalan jî li herdu herêman hatine dersînorkirin. Bi heman şêweyî weşana radyoya Goran jî rawestandiye.”
Malpera serokê parlamentoyê hat blokekirin
Malpera parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê cîgirê serokê parlamentoyê ve hat desteserkirin. Hemû nûçe û çalakiyên berê yên Dr. Yusuf Mihemed hatin blokekirin.
Malpera parlamentoya Herêma Kurdistanê ji aliyê cîgirê serokê parlamentoyê Cefer Îmînkî ve hat guhertin. Tenê karmendên Îmînkî ku parlamenterê PDK’ê ye li ser malperê kar dikin û çalakiyên Îmînkî belav dikin.
Niha karmendên ragihandina serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê Dr. Yusif Mihemed kar nakin. Berdevkê ragihandina serokê parlamentoya Herêma Kurdistanê derbarê mijarê de got: “Beriya niha du karmendên cuda yên serok û cîgirên wî li ser malperê kar dikirin. Lê belê niha çalakiyên serokê parlamentoyê hatine blokekirin.”
Tariq Sarmî piştrast kir ku malper ji aliyê Cefer Îmînkî ve hatiye blokekirin û wiha axivî: “Pêwîst e malper nûçe û çalakiyên serok, cîgir û hemû komisyonên li parlamentoyê belav bike.”
HANA AZAD/ HEWLÊR