HESNAMUHEMED / ANHA / ŞEHBA

Bi hatina demsala zeytûnan re Meclîsa Malbatên Şehîdan a Kantona Şehbayê dest bi hemleya komkirina zeytûnan kir. Ev hemle bi armanca piştgiriya malbatên cangoriyan in. Di nava hemleyê de bi dehan endamên saziyan cihê xwe di nav de girtin. Têkildarî mijarê jinên ku beşdarî hemleyê bûn nerînên xwe anîn ziman û gotin: “Îsal hilberîna zeytûnan pir baş bû. Berhemên wê jî û em ê li malbatên xwe belav bikin.”

‘Ji bo xizmeta civakê em amade ne’

Endama Komîteya Edaleta Civakî ya Kantona Şehbayê, Emel Ismaîl der barê hemleya komkirina zeytûnan de wiha got: “Jinên ku zeytûnan kom dikin bi hev re alîkar in û ji bo xizmeta vê civakê em hemû amade ne.”

Ji Rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a kantona Şehbayê, Fatima Husên li ser alikariya komkirinê û tevgera jinan got: “Em bi hev re, vê hemleyê bi awayekî komin rêve dibin.”

Ji Rêveberiya Yekîtiya Jinên Azad a Şehbayê, Sabah El Nasêr ew jî cihê xwe di nava hemleyê de digire û weha dibêje: “Em hemû bi riza dilê xwe di nava hemleyê de cih digirin. Ji ber koçberiya xelkê me erdên bê xwedî bê xizmet man. Me ji nû ve  ev erd sererast kirin. Ji bo ev erd berheman bidin em li ser xebitîn. Berhemên ku em qezenc bikin em ê hemû jê sûd werbigirin.”