“Piştî dagirkirinê bi 6 mehan gelê ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk neçar ma ji Efrînê derkeve, niha jî zeviyên wan û erdên wan ên zeytûnan têne desteserkirin. Em dikarin bibêjin 80 ji 100’î yên zeytûnên li Efrînê çete û bi navbeynkariya meclîsên wan ava kirî belaş dibine Tirkiyê.”
BÊRÎTAN SARYA / ANF/ŞEHBA
Alîkarê Serokê Konseya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Saleh Îbo got dewleta Tirk dest li ser zeviyên çandinî û erdên zeytûnan daniye, wiha guherîna demografiyê dide ber xwe.
Alîkarê Serokê Konseya Çandiniyê ya Kantona Efrînê Saleh Îbo li ser plana mêtina zeytûnên Efrînê peyivî.
Îbo got îsal ji 210 ton zeytûnan 2600 milyon teneke rûnê zeytûnan wê were hilberandin û got: ‘’Dewleta Tirk ji erdên zeytûnan ên Efrînê wê 80 milyon dolar qezenc bike’’.
Belaş dibine Tirkiyê
Îbo got dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, dest li ser zevî û erdên zeytûnan ên gelê Efrînê daniye, ku bi zorê, bi bombekirinan gel ji Efrînê derxist û wiha axivî: ‘’Piştî dagirkirinê 6 mehan gelê ku ji ber hovîtiya dewleta Tirk neçar man ku ji Efrînê derkeve, niha jî zeviyên wan û erdên wan ên zeytûnan têne desteserkirin. Ango em dikarin bibêjin 80 ji 100’î yên zeytûnên li Efrînê çete û bi navbeynkariya meclîsên ku wan ava kirin bi belaşî dibine Tirkiyê. Her wiha serê dareke zeytûnî 2 hezar lîreyê Sûriyê ji ji xwediyê zeytûnan distînin.’’
Ji 18 milyonî zêdetir darê zeytûnan hene
Îbo li ser plana dewleta Tirk a dizîna zeytûnên Efrînê got, ‘’Li gorî agahiyên ku ketine destê me dewleta Tirk di kişwera zeytûnan de dîsa dixwaze bi rêyên ne meşrû zeytûnên Efrînê birevîna Tirkiyê. Helbet bi alîkariya hin şîrketên Ewrûpî, çete û xwedêgiravî meclîsên wan ên xwecih. Bi vî rengî ji zeytûnan wê 80 milyon dolar bi dest bixe. Me Konseya Çandiniyê par li Efrînê lêkolînek kir. Li gorî vê li Efrînê ji 18 milyonî zêdetir darê zeytûnan hene. 14 milyon ji van ber didin. Îsal jî baran zêde bû. Ji bo vê jî îsal wê zeytûn pir bin. Li gorî hesabên me Konseya Çandiniyê wê 210 ton zeytûn werin bidestxistin. 20 ji 100’î vê dibe rûnê zeytûnan. Ango nêzî 2600 milyon teneke rûnê zeytûnan jê derdikeve.’’
Bi zanebûn sirûşta Efrînê qetil dikin
Îbo got li Efrînê talan û dizî zêde bûye, gelek febrîkeyên zeytûnan jî hatine talankirin û wiha pê de çû: ‘’Li Efrinê 218 febrîkeyên zeytûnan hebûn. Lê li gorî agahiyên ku ketine ber destê me bi dagirkeriyê re bi dehan febrîke hatin talankirin, mekîne hatin dizîn û ji Efrînê derxistin. Mekîneyên ku çeteyan dizîn bi rêya deriyê li Ezaz û Idlibê birin Tirkiyê. Niha jî li gundê Hamamê ya Cindirêsê jî derî çêdikin. Dîmenên wê jî derketin û bi rastjî mirov pê diêşe. Di nav vî derî de darên zeytûnan dihatin birîn. Ango ev dîmen tenê jî nîşan dide ku bi zanebûn sirûşta Efrînê qetil dikin.’’
Genimê xelkê jî dizîbûn
Îbo got dagirkeran pêşî li ber çavê cîhanê 20 ton geniyê Efrînê dizîn û birin Tirkiyê û wiha axivî:”Tenê ji kêm kesan kirîn. Mînak, me lêkola, dewleta Tirk li gorî bihayê piyasê bi 25 ji 100’î kêmtir stand. Wiha cotkar, hilberîner nikarin debara xwe bikin. Lê bi rengekî ne meşrû dest li ser piraniya genim danî.’’
Dixwaze gel koç bike
Saleh Îbo got dewleta Tirk ji hêla aborî ve bi tekbirina gel dixwaze ku gel koç bike û got:’’80 ji 100’î gelê Efrînê debara xwe bi zeytûnan û rûnê zeytûnan dikin. Piştî ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir jixwe beşekî mezin ê gel neçar ma ku koç bike. Niha jî bi gavên hovane, bi têkbirina aboriyê dixwaze Efrîniyên dî jî Efrînê berdin û guherîna demokgrafîk temam bike.’
Darên zeytûnan jî dibin Tirkiyeyê
Ji tevgera dagirkirinê ve, ji 18’ê Adarê ve ku dagirker ketin navenda Efrînê bi hezaran hektar araziya çandiniyê û daristan hatin şewitandin. Dewleat Tirk ku beriya dagirkeriyê bi rengekî nehiqûqî sînor dibezand, 4500 darên zeytûnan birî, ji 18’ê Adarê ve jî 1500 darên zeytûnan birî û bire Tirkiyê.”