Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê der barê êrîşên doh yên li hemberî peykerê Mahsûm Korkmaz ya li Liceyê destpê kirin de daxuyaniyeke nivîskî weşand, berxwedana li Liceyê silav kir û banga 'mil bi mil' xurtkirina berxwedanê li gelê Kurdistanê kir. Daxuyaniya KCK'ê wiha ye: Dewleta AKP'ê li Licê êrîşî goristana kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane kiriye. Gule li ser gel barandiye. Berxwedêrê welatparêz Mehdî Taşkin hatiye qetilkirin, gelek welatparêzên me jî giran hatine birîndarkirin. Di encama êrîşa bi helîkopter û maşînên zirxî de goristana Şehîdan hatiye şewitandin, peykerê lehengê berxwedan û vejîna neteweyî ya Kurdan hevrê Mahsûm Korkmaz - Egîd hatiye hilweşandin."


´Êrişî nirxê me kirin´

KCK hişyar kir ku eşkereye AKP bi agir dilîze, nirxê herî mezin û dest lê nayê dayîn ê gelê Kurd, şehîdên têkoşîna azadiyê ne. Daxuyanî wiha dewam dike: "Kurd li ser ewladên xwe yên di şoreşa azadiyê de şehîd ketine, li ser keç û xortên xwe diricife, berdêla wê mirin be jî lê xwedî derdikeve. Ji ber vê yekê AKP'ê bi êrîşa li hemberî goristana şehîdan û bi şewitandina goristanê re, êrîşî tevahiya nirxên Kurdan kiriye. Peyam zelal e; Hûn ê bênasnametî, koledariyê qebûl bikin. Dixwaze bêje; di rewşeke berevajî de eger hûn li ber xwe bidin, emê we bişewitînin. Dewleta AKP'ê gelekî baş dizane ku hevrê Mahsûm Korkmaz - Egîd sembola berxwedana gelê Kurd e. Ji ber vê yekê Kurd Egîd pîroz dibîne, ew efsaneyeke. Êrîşa li goristana şehîdan, şewitandina goristanê, gulereşandina li gel, tê wateya dînamîtkirina pêvajoya ji xwe tineye, dînamîtkirina rewşa agirbestê ye."

AKP û DAIŞ wekî hevin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK´ê destnîşan kir ku mejiyê AKP'ê mejiyê DAIŞ'ê ye, DAIŞ bi serjêkirina mirovan re nîşan dide ku rêxistineke çawa ya çete-celad e, AKP jî bi xerakirina nirxên Kurdan, hilweşandina peykerê hevrê Egîd re careke din nîşan daye ku xwedî mejiyekî çawa ye. Ev mejî mejiyê 'Îro peyker xera dike, goristanê dişewitîne, sibê wê komkujiyê bike, mirovan bişewitîne' ye. Daxuyaniya KCK´ê wiha bidawî dibe: "Êrîşa li hemberî goristana şehîdan a Licê êrîşeke xwedî mejiyekî qirkirinê, red û înkarê ye. Pêwîste AKP tavilê dest ji vê lîstika xwe ya xetere berde û dawî li êrîşa bîne. Em sekin û berxwedana gelê xwe ya li hemberî van êrîşên AKP'ê yên zalim, hiqûqê nas nake û hurmetê nîşanî nirxên mirovahiyê nadin, silav dikin. Pêwîste gelê Kurdistanê li her devera lê ye bi gelê me yê li Liceyê re berxwedanê xurt bike, em bang li gelê xwe dikin ku bi serhildaneke bi heybet xwedî li cenazeyê Şehîd Mehdî Taşkin derkeve."

ANF/BEHDÎNAN




Tirsa ji Egît!

Piştî ku Dadgeha Cezaya Sulhê ya Licê biryar da peykerê yek ji kadroyên pêşeng ê PKK'ê Mahsûm Korkmaz (Egîd) ê li gundê Sisê yê Licê bê hilweşandin, bi hezaran leşkeran berê xwe dan "Şehîdgeha Şehîd Amed û Hêvîdar" a peyker lê bû. Di êrîşa ku bombeyên gazê û fişekên rastîn hatin bikaranîn de, ciwanê bi navê Mehdîn Taşkin ê 24 salî bi guleya leşkeran ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Taşkin ê rakirin Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, li vir jiyana xwe ji dest da. Di rapora otopsiyê de hat tespîtkirin ku "guleya ji dûr ve hatiye berdan" li aliyekî serê Taşkin ketiye û ji aliyê din derketiye. Cenazeyê Taşkin birin gundê Sisê ji bo bispêrin axê. Di vê navberê de maşînên zirxî yên artêşa Tirk ên piştî êrîşî gel kirin û peyker hilweşandin hewl didan ji gundê Sisê vegerin, rastî astengiya gel hatin. Li ser nerazîbûna gel, leşkeran xwe avêtin nava wesayîtan. Wesayîtên leşkerî ji cihê bûyerê çûn, lê hînê derketin û derketina Liceyê ji aliyê qereqolên Mermer û Dûrû ve hatiye qedexekirin. Endamên çapemeniyê yên dixwazin biçin cihê bûyêr jî, rastî astengiya leşkeran tên. 

DIHA/AMED