
Divê hevgirtin bidome
Di daxuyaniya KCK'ê de wiha tê gotin: "Gelê Kurd di vê pêvajoya dîrokî de bi hêzeke mezin derketiye. Lê belê pêvajo dewam dike. Yekîneyên parastina hevpar ên li eniya têkoşînê hatin avakirin û li ber xwe didin, di nava gelê me de rê li ber coş û moraleke mezin vekirine. Pêwîste ev yek bê mezinkirin û li her cihê azadî û hebûna gelê Kurd mijara gotinê be divê bi biryardarî were dewamkirin. Berxwedana li Rebîa, Şengal, Kerkûk û li Mexmûrê hat nîşandan, derbên xurt li rêxistina çete DAIŞ'ê xistiye û encamên girîng derxistiye holê. Li çar parçeyên Kurdistanê û li derveyî welat, yekîtî, piştevanî û rihê têkoşînê yê Kurdan xurt kiriye. Ti tiştek nîne ku gelê Kurd bi hêza xwe ya cewherî û berxwedana hevpar re bi ser nexîne."
Berxwedana Mexmûrê
KCK di daxuyaniya xwe de berxwedana gelê Mexmûrê jî bibîrxist û got, di yekîneyên parastinê de cihekî girîng girt û berxwedaneke bi lehengî nîşan dan. Di vê mijarê de wiha hat gotin: "Piştî ku gelê kampê ji wargehê hat derxistin, gelê me yê Hacawa, Çarkurna, Ranya û Qeladizê bi her awayî seferber bû, derfetên xwe bi gelê me yê ji Mexmûrê hat re bi fedekarî parve kir. Ev piştevanî û desteka gelê me, nêzîkatiyeke gelekî bi rûmet e. Em gelê xwe yê Hacawa, Çarkurna, Ranya û Qeladizê, ji ber vê wezîfeya welatparêziyê ya bi rûmet silav dikin û pîroz dikin."
Hestiyariya hevpar yekîtî ye
Hevserokatiya KCK´ê di dawiya daxuyaniyê de ev xal destnîşan kirin: "Dema Kurd êş û kêfxweşiyên xwe parve bikin, hem wê wezîfeyên neteweyî bicih bînin hem jî wê her şêweyên zor û zehmetiyan ji holê rakin. Gelê me yê ku bêyî cihêkariyê bixe navbear parçe û herêman destê alîkariyê dirêjî hev dike, bi qasî ku jiyaneke azad û bi rûmet bêyî hewcedarî bi ti hêzê bimîne heq dike û wê karibe vê jiyanê biparêze. Bi vê wesîleyê di kesayetiya gelê xwe yê li Hacawa, Çarkurna Ranya û Qeladizê em careke din tevahiya gelê xwe yê li Başûrê Kurdistanê silav dikin, di jiyan û têkoşîna wan a bi rûmet de serketinê dixwazin."
ANF/BEHDÎNAN