Endama KJK’ê Ayten Amed da xuyakirin ku mijara şidetê mijareke cîhanî ye û got, zilamê ji aliyê aborî, siyasî û çandî ve binketî, bi rêya şidetê tola xwe ji jinê hiltîne.

Endama Koma Jinên Kurdistanê (KJK) Ayten Amed der barê şideta li jinê got, zilam serdestiya li ser jinê weke serdestiya li ser tevahiya civakê dibîne û bi vê têgihiştinê tevdigere.

Amed diyar kir ku mêrê desthilatdar, serdestiya li ser jinê weke desthilatdariya misoger têrker nabîne û hewl dide serdestiyê li ser tevahiya xwezayê çêke. Amed destnîşan kir ku mêrê serdest, her tişta li derveyî kontrola xwe, yekser weke dijmin û dijberê sîstemê radigihîne û got, “Desthilatdarî tiştekî welê ye, her cûre şideta li her kesê li derveyî xwe rewa dibîne.”

Di dewama axaftina xwe de Ayten Amed da zanîn, ku zilam ji xurtbûna jinê ditirse û got, “Tirsa zilman ew e, ku eger jin bi hêz bibe, wê ji bin çavdêrî û kontrola zilam derkeve. Ev yek jî wê bibe sedem ku jin bikeve nava lêgerîna rê û rêbazên ji bo bidestxistina maf û azadiya xwe ya bi hezaran salan jê hatiye standin. Gav bi gav wê li cewhera xwe vegere. Zilamê serdest vê yekê weke xeteriyek li ser desthilatdariya xwe dibîne.”

Amed ragihand ku yek ji sedemên esasî yên zêdebûna şideta roja îro li dijî jinê, zîhniyeta netewe dewletê ye û ev tesbît kir: “Zilamê ji aliyê desthilatdariyê di warê aborî, çandî û siyasî ve li pêşberî sîstemê bi bin ketiye, ji ber ku nikare bi hikûmetê yan jî dewletê, berê xwe dide jinê. Ji bo mîkro desthilatdariya xwe biparêze, hewl dide li ser jinê û zarokan serdestiya xwe misoger bike. Zilamê binketî bi vê armancê şidetê li jinê dike.”

Ayten Amed bi mînaka Başûrê Kurdistanê jî got, “Ji bo serdestiya xwe biparêze, mêr amade ye ne tenê jinê, hemû civakê berteraf bike. Sîstema aboriyê ya ku ber bi îflasê ve çûye, di heman demê de rê li ber krîzeke civakî jî vekiriye û ev yek di nava malbatê de jî rê li ber pirsgirêkên giran vedike.” .

Amed di dawiya axaftina xwe de banga rêxistinbûnê li jinan kir û xwest, li dijî zîhniyeta serdestiya zilaman têkoşîneke bi bandor bê meşandin.


DÎCLE ÎTO ANF / BEHDÎNAN