Hikûmeta Wîfaqa Nîştimanî ya Lîbyayê ku Tirkiye piştgiriya wê dike, ragihand ku hêzên Artêşa Niştimanî yên ser bi Xelîfe Hefter ve, bi riya balafirên şer li Trablusê êrişî kolêjeke leşkerî kirine û 28 xwendekarên leşkerî hatine kuştin.
Li gorî daxuyaniya Berdevkê Wezareta Tenduristî ya ser bi Hikûmeta Wîfaq, li Trablûsê şevê din cenazeyê 28 xwendkarên leşkerî û bi dehan birîndar gihîştine nexweşxaneya Trablusê; ev hemû jî di êrişa balefirên şer ên hêzên hefter de hatine kuştin û birîndar bûne.
Di torên civakî de jî dîmenên bombebarana kolêja leşkerî hatin parvekirin. Lê heta niha hêzên Hefter berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Di warê leşkerî û siyasî de Lîbya niha di navbera hikûmeta Wîfaq a Nîştimanî ku dewleta Tirk piştgiriya wê dike û Artêşa Nîştimanî ku Xelîfe Hefter bi rê ve dibe, parçe bûye.
Li gorî rapora dawî ya nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Lîbyayê, ji ber şer ji herdu aliyan, zêdetirî hezar leşkerî hatine kuûtin. Di şer de 300 sivîl jî hatine kuştin. Şer wekî din bû sedem ku 146 hezar kes jî koçber bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN