Zeynep Kinaci (Zîlan), di 18. salvegera çalakiya xwe ya canfedayî ya li Dêrsimê de, li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi meşeke leşkerî hat bîranîn. Di bîranînê de li gel Fermandara Biryargeha Navenda YJA Star Delal Amed, fermandara Biryargeha Navenda YJA Star û HPG'ê Hemrîn Dêrsim, ji fermandarên HPG'ê Koçero Ûrfa, Sozdar Mêrdîn û Hogir Beytuşşebap amade bûn. Çalaî bi meşeke leşkerî destpê kir û dûre merasîma bîranînê pêk hat. Di merasîma bîranînê de, li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê Delal Amed axivî.
Amed got, "Şehîd Zîlan xeta fedaîtiyê zelal kiriye. Weke YJA Star û HPG emê asta têkoşînê ya şehîdên me gihandine roja îro, bigihêjînin serketinê" û ragihand ku cangoriyan têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê anîne asta çareseriyê. Di merasîmê de gerîlayên HPG û YJA Starê ji bo bîranîna Kinaci lîstika şano ya bi navê "Ez çalakî me" pêşkêş kirin. Merasîm bi govend, pêşbirk û koroyê bi dawî bû.

‘Wetaya miha Hezîranê guherand’

Li wargaha Mexmûrê jî Zeynep Kinaci hat bîranîn. Merasîm bi beşdariya sedan kesî li sazya malbatên şehîdan pêk hat. Di biranînê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên Zîlan û alên PKK, KCK, HPG, KJB’ê hatin hildan û girseyî bê navber dirûşmên ‘Şehîd Namirin’, ‘Ey Şehîd rêya we rêya me ye’ qîriya.
Di merasîmê de endama koordînasyona meclîsa Îştarê Fatma Evdile axivî. Fatma Evdile got, “Çalakiya hevala Zîlan wateya vê mehê guhert. Çalakiya hevala Zîlan bû munesebata gelek tiştên girîng. Ji bo têkoşîna azadiya jinên Kurd bû sembola azadî û serketin. Li hember paşverû û binketinê jî banga azadiyê ye."

Zîlan li Rûsyayê hat bîranîn

Têkoşera PKK'ê Zîlan li paytexta Moskow û bajarê Tambovê bi merasîman hat bîranîn. Merasîma ku li Moskovayê ya li avahiya Mala Kurdan hat li darxistin ji bo giyana cangoriyên Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Piştî rêzgirtinê li ser jiyan û keseyate Zîlan li sînevîzyonê hat temaşekirin. Kurdistaniyên li bajarê Tambovê pêr êvarî ji bo bîranîna Kinaci di salvera çalakiya wê de wê bibîrbînin li avahiya Mala Kurda li hev civiyan. Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir. Di civîna gelek Kurdistanî amadebûyî de li ser navê rêxistinên Kurd ên li Rûsyayê Reyhan Cûdî axaftinek kir.

Cûdî di axaftina xwe de bal kişand ser şert û mercên Zîlan tê de çalaki kiriye û got: “Rêheval Zîlan bi çalakiya xwe re ji bindestiya hezar salan re got êdî bes e. Ev çalakî ji bo jinên Kurd û yê tevahî cîhanê bû hêza baweriyê. Her wiha çalakiya Şehîd heval Zîlan di pêvajoyek pir girîng de hat lidar xistin. Di heman demê de çalakiya heval Zîlan protestokirina êrîşên li ser Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bû jî. Ji ber vê yekê çalakiya Zîlan pir aliye û ji bo me Kurda bi wateye.”

NAVENDA NÛÇEYAN