Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Zîlan (Zeyneb Kinacî) a ku li dijî dagirkeriya dewlata Tirk li bajarê Dêrsimê çalakiya fedayî pêk anî, bi bîranî. Bi pêşengiya Kongreya Star li bajarê Qamişlo, navçeya Tirbespiyê, Eyn Îsa û taxa Şêxmeqsûd ya Helebê ji bo têkoşer Zîlan (Zeyneb Kinacî) merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. Di bîranînan de li ser navê sazî û rêkxistinên jinan axaftin hatin kirin. Di axaftinan de hat gotin: ”Şehîd Zîlan bi çalakiya xwe ispatkir ku jina Kurd  dikare li hember gefên hebûna gelê Kurd dikin xeteriye bisekine. Nimûneyên vê jî şehîd Zîlan, Bêrîtan, Arîn Mîrkan û Avêsta Xabûr in ku ku di vê rê de canê xwe bexşandine.”

Li ser şopa Zîlan meşiyan

Koordînasyona Komaleyên Jinên Azad Ên Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) jî bi daxuyaniyeke nivîskî Zeynep Kinaci (Zîlan) bibîr anî.

KJAR´ê di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan kir.

“Hevrê Zilan bi çalakiya xwe bandoreke mezin li Rojhilatê Kurdistanê jî kir. Bi sedan keçên Rojhilatê Kurdistanê li ser şopa Ş. Zîlan meşiyan. Ş. Zîlan Pepûle jî yek ji van jinên berxwedêr e ku li dijî dagirkeriyê tekoşiya, di dilê dagirkeriyê de tirsek ava kir.” Endama Komîteya Şehîdan a PKK'ê Zîlan Tolhildan jî di şexsê Zîlan, Gulan (Fîlîz Yerlîkaya) û Sema Yuce de cangoriyên azadiyê hemû bibîranîn.