Zîlan di serî de ji bo jinên kurd û piştre jî ji bo jinên cîhanê wekî “Qehreman” tê bibîranîn. Her jineke kurd dixwaze xwe bigihîjîne “Ruhê Zîlanê.” Bi saya vê yekê jinên kurd Zîlanê ji bo têkoşîna azadiya jinan asta herî jor dibînin. Çalakiya bombeyî ya Zîlanê di dilê dijmîn de tirsek mezin da avakirin û ev rastî hê jî didome. Zîlan di sala 1976’an de li gundê Elmali yê Meletiyê tê dinê. Piştî ku Lîseya Pişeyî ya Tendirustiya Haydarpaşa diqedîne, di Nexweşxaneya Dewletê ya Bêrecûka Rihayê de peywir digire. Di sala 1990’î de di ketina azmûnê de Fakulteya Perwerdeyê ya Zanîngeha Înonuyê qezenc dike. Piştre jî derbasî Nexweşxaneya Dewletê ya Meletiyê dibe. Li vê derê hem pîşeya xwe didomîne, hem jî ji perwerdeya xwe ya Beşa Şêwirmendî û Rehberiya Psîkolojîk mezûn dibe. Hevjînê Zîlan di sala 1995’an de li Edeneyê ji ber xebatan tê girtin. Zîlan di salên zanîngehê de ji fikrên PKK’ê bi bandor dibe. Piştî ku Zîlan têkoşîna PKK’ê nas dike, xwe lêpirsîn dike. Di 30’ê Hezîrana 1996’an de li navenda Dêrsimê Zîlan 30 kîlo bombe li nava xwe dipêçe û di nava tabûra leşkerî de bombeya li ser xwe diteqîne. Di çalakiya fedayî ya Zîlanê de gelek leşker tên kuştin û bi dehan jî birîndar dibin. Zîlan yekem jina ku çalakiya fedayî ya dîrokî pêk tîne ye. Zîlan yek ji wan jinên ku jinên kurd jê îlham digirin e.
Zîlan piştî çalakiya xwe ya dîrokî, li ser armanca çalakiya xwe nameya bi sernavê “Ji rayagiştî ya şoreşger û gelê Kurdistanê re” ya bi deng, ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgara Azadiya Jinên Kurd re dihêle. Zîlan di wê nameya xwe de wiha dibêje: “Êdî bi bihîzin! Çavên xwe vekin. Em zarokên gelekî yên ku li her çar parçeyên cîhanê wekî koçber belav bûne û welatê wan ji dest wan hatiye standin in. Êdî em dixwazin li welatê xwe azad bijîn û jiyanê wekî mirovan bidomînin. Divê girîn û zilm ne qedera gelê me be. Yê ku herî zêde aştiyê, biratiyê dixwaze û ji mirovan, xwezayê û jiyanê hez dike em in. Ev hezkirin dike ku em ji bo wê şer bikin. Em naxwazin bimirin û bikujin. Lê tu riyek din ji bo azadiyê ji bo me nehatiye hiştin. Sedem û sûcdarê vî şerî hêzên emperyalîst û xulamê wî TC’e ye. Bêdengî, sûcê herî mezin e. Ger ku li ber çavên we xwîn dirije û em vê xwînê dibînin û bêdeng dimînin, wê demê sûcdarê herî mezin hûn in.” Di ser şehadeta Zîlan re 18 sal derbas bûn. Zîlan tê bibîranîn û dê qet neyê jibîrkirin. Zîlanê di bîra jinên kurd, gelê kurd û cîhanê de cihê xwe tim parastiye û dê tim biparêze.
GULŞEN KOÇUK /JINHA