Prz. Mesut Beştaş diyar kir ku ji ber muwekilê wî bi zimanê zikmakî parastin nekiriye ewê li vir parastina xwe qut bike. Li ser vê yekê heyeta dadgehê navber da. Heyeta dadgehê dîsa parastina kurdî red kir û daxwaza parêzeran qebûl nekir. Prz. Fethi Gumuş, jî ragihand ku ew ji bo parastinê naxwazin, tenê ji bo parastina zimanê zikmakî dixwazin li benda guhertina zagonê bin. Piştre serokê dadgehê ji siyasetmedaran pirsa "Hûn dixwazin parastinê bikin ya na? pirsî. Li ser vê yekê siyasetmedar Metin Findik, diyar kir ku nêzî 4 salin ten darizandin, lê ji ber ku nikarin bi zimanê zikmakî parastinê bikin darizandin wisa dirêj dibe. Findik xwest li benda guhertina zagonê bin û wiha got: "Biryar çi dibe bila bibe emê bi kurdî parastina xwe bikin."
Ji 40 kesan re 401 sal ceza
Heyeta dadgehê piştî 7 saet navber da biryar aşkere kir. Di rûniştinê de tevî Parlamanter Faysal Sariyildiz, dosyaya 12 kesên ku bi rapor bûn û tevlî rûniştinê nebûn jî hate cudakirin. Di rûniştinê de 3 kes serbest hatin berdan û li 40 kesan jî bi îdîaya "Endamê rêxistinê ne" di navbera 6 sal, 3 meh û 17 salan de ceza birî. Dîwanê bi tevahî li 40 kesan 401 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. Girtiyan bi dirûşima "Biji Serok Apo" dadgeh şermezar kir.
DÎHA/ŞIRNEX
34 sal ceza
Di doza bi navê "KCK'ê" ya Agiriyê de jî ji 4 siyasetmedarên Kurd re 34 sal cezayê girtîgehê hate dayîn.
Rûniştina doza ku Serokê Rêxistina BDP'ê yê Agiriyê Kasim Polat û 5 xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê yên girtî dihatin darizandin, li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran ya Erziromê pêkhat. Di rûniştinê de dadgehê ji Serokê Rêxistina BDP'ê Kasim Polat re bi îdîaya "Endamê rêxistinê ye" 10 sal û 6 meh, ji Xebatkarê Navenda Giştî yê BDP'ê Veysî Bîçen re 13 sal û 6 meh, ji endamên BDP'ê Îkram Ogul re 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Ji Mensur Arslan re bi îdîaya "propagandeya rêxistinê kiriye" 2 sal û 6 meh cezayê girtîgehê da. Parêzeran diyar kirin ku, ewê li dijî biryarê derbikevin.