Wekû ku tê zanîn deriyê Sêmalka di destê PDK’ê de ye. PDK’ê çûyin û hatinê di deryê Sêmalkayê re wekî zilmekê li hemberî Rojava bi kar tîne û gelek caran derî li ser gelê Rojava digre. PDK’ê niha jî nahêle madeyên avakirinê yên wekî çemento hesin derbasî Rojava bibin û ambargo li ser Rojava dide meşandin.
Bi zêdebûna tevgera avakirinê li Rojava re pêdiviya bi madeyên avakirinê jî zêde bû. Tevî ku buhayên wan madeyan li Başûr pir bilind jî, lê bazirganên Rojava neçar ku bi wê temenê buha, madeyên pêwîst ji Başûr bidest bixin.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê beriya çend rojan derbaskirina madeyên avakirinê ji bo Rojava asteng kir û nehişt ku derbasî Rojava bên kirin. Ev yek jî bû sedema ku tevgera avakirinê lewaz bibe û buhayê van madeyan li Kantona Cizîrê jî bilind bibe.
Gumrugeke bilind dibire
Hin Bazirganên Rojavayî ku nexwstin navên xwe eşkere bikin diyar kirin ku Hikûmeta herêmê gumrugeke bilind li ser çemento dibire. Bazirganan diyar kirin ku buahyê gumrugê ku tê birîn ne bi riya belgeyên fermî tê bidestxistin û dan zanîn ku buhayê gumruga ku ji wan tê stendin ji yê ku hatin diyarkirin, bêhtir e û gotin: “Bi vê yekê diyar dibe ku ev pere naçin xezîneya herêmê, lê belê dikeve bêrîka bazirganên Mafyayî. Baceyên mezin ji aliyê Hikûmeta herêmê ve li ser me tê ferzkirin.”
Bazirganan bang li Hikûmeta herêma Kurdistanê kirin ku van baceyan di ber çavan re derbas bikin û dawî li keysbaziya ku ji aliyê hin bazirgnan mafyayî ve tê kirin, bînin.
ANHA/DÊRIK