Yek ji filmên îsal di nava beşa “derhênerên digihin” de hatî nîşandan Rauf bû ku derhêneriya wê Bariş Kaya, Soner Caner kiriye. Di filmê de dengên zimanên Kurdî, Tirkî û Ingilîzî tên bihîstin û film 94 deqîqeyan dewam dike.


Li gundekî bê ciwan, Rauf ê 9 salî

Rauf  kurekî 9 salî yê ji gundekî Serhedan e li Kurdistanê û navê xwe jî li filmê kiriye. Di destpêka filmê de Rauf dibe şagirtê ber destê xeratekî bi navê Ehmed. Zana jî keça vî xeratî ya bîst salî ye û Rauf bi zarokatiya xwe dil dikeviyê. Herçî Zana ye, di filmê de weke ku yekane jina ciwan û heta ciwana li gund be. Lewma wiha diyar e keç û kurên ciwan ên gund yan tevlî nav refên PKK´ê bûne yan jî bi eskeriya mecbûrî di nava Artêşa Tirk de ne.




Evîneke bêguneh a ji dil


Dema ku film behsa evîna bêguneh û ji dil a Rauf ji bo Zanayê dike, awirên filmê diçin ser rengê avarî/pumbe. Rauf pêşî vî rengî di çarikeke bi kulîlkan xemilandî de dibîne û ev çarika Zanayê ye. 

Tevî ku rengê avarî wekî rengekî bêhtir wekî nîşana ciwanî, bêgunehî û nazikiyê tê zanîn, lê bi dewama çîroka filmê re ev rengê pumbe hêdî hêdî nûneriya pêvajoya ji zarokiyê bihurîna Rauf dike. Li pey xwe hiştineke zarokatiyê ya mişt ji destketî û jidestdayînên insanî- 


Dengê şer tê, lê xuya nake

Di filmê de dengê şer li paş tê bihîstin, lê hema hema hîç xwe nade der. Bi tenê bi şev dema şer diqewime, roketên tên avêtin, xuya dikin. Em canên ciwan ên di şer de jiyana xwe ji dest didin, dibînin di vê filmê de lê film destûrê nade ku em xwe nêzîkî wan bikin. Weke ku ev daxwaza derhêner be: dixwaze nîşan bide ku Rauf ê zarok bi şer dihise, lê nikare tam jê fêm bike û serwext bibe li maneya şerî ji bo wî wekî zarok û li têkiliya şer û xelkê li gund. Bi her halî, ev filmeke ku ji awirê kurekî hîna zarok li dinyayê dinihêre.


Peyamên siyasî bêyî ku xwe di nav bide

Film xwe zêde nade nav siyaseta li pişta şerî, lê dîsa jî nîşan dide ka çawa gundiyên kalûpîr û zarok çawa şîna ciwanên jiyana xwe ji dest dayîn digirin.

Jixwe, film ji bo xwe ji peyamên siyasî yên yekser vede û dûr bike, barê rolan li zarokan barkiriye, Alen Huseyin Gursoy (Rauf), Muhammed Ubic (Zeman) û Veli Ubic (Bedo).



Heke tu bê bîhndayîn dijî, tu evîndar î

Herçî performansa wan e, spontan û bi dilsivikî ye. Mirov vê nexasim dibîne, dema Rauf behsa evîna xwe ya ji bo Zanayê dike ji Zeman û Bedo re. Li wir pirsa wî “Em çawa dil ketin hev”, dike ku Bedo jê re bibêje, evîn hîseke hevpar a kelecan, ken û çikiyana bîhnê ya li mirov e. Encama Bedo digihîjiyê ev e: “Heke bêyî ku bîhn bidî tu dijî, hingê tu evîndar î.”
Film tim û daim di navbera hîs û kelecanên bi sînematografiya Vedat Ozdemir de diçe û tê ku bi awayekî serketî, efsûna aram a Serhedan tîne ser ekranê, ji seqema zivistanê heta ber bi bihara rohnî û nerm. Li pişta wan jî her çiyayên bi heybet diyar in.


Film behsa serhatiya senarîst jî dike


Soner Caner û Baris Kaya bi hevkarî ‘Rauf’ afirandine û di filmê de gelek tişt ji zarokatiya Caner ê ku senarîst e jî hatine girtin. Soner Caner li heman gundî û li wê malê ku “Rauf” lê tê kuştin mezin bûye û heman serdema şer di ser wî re bihuriye.
Filma ‘Rauf’ li gelek festîvalên filman ên navneteweyî hatiye nîşandan û xelat girtine, di nava van de Festîvala Filman a Stenbolê, Festîvala Filman a Berlînê, Festîvala Filman a Lessinia û Festîvala Filman a Navneteweyî ya Chicago jî hene

QAHÎRE