Qereyaziyan xwerêveberî tenê nehiştin
Qereyaziyên li Essen, Gelsenkîrchen û Hatîngenê ji bo şermezarkirina komkujiyan û amadekirina planeke li ser kar û karên li dijî van komkujiyan werin kirin, li Mizgefa Seîdê Kurdî ya li Essenê civiyan.
Di civînê de ku bi rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên Kurdistanê destpê kir, hat destnîşankirin ku mirovên ji ber zexta dewleta Tirk ji neçarî koçî Ewropayê kirine, nabe ku li pêşberî van komkujiyan bêdeng bimînin.
Di axaftinan de bal hat kişandinî ser girîngiya tevlîbûna nava refên têkoşînê û bang li Kurdistaniyên li derveyî welêt hat kirin da ku bi berpirsyariya xwe rabin. Di civînê de hat ragihandin ku divê bi ruhê berxwedana Kobanê, xwedî li berxwedana xwerêveberiyên li Kurdistanê bê derketin.
Ji Reimsê silav li berxwedanê
Berxwedanên xwerêveberiyan, li bajarê Fransa Reîmsê jî bi çalakiyekê hatin silavkirin. Kurdistaniyên li vî bajarî tevî nûnerên Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk ji bo şermezarkirina şer û polîtîkayên komkujiyê meşeke bi meşale li dar xist. Kurdistanî û dostên wan li Place Erlon civiyan û bi şiyara "Em, komkujiyên TC lenet dikin, Pêngava Şoreşgerî ya li Kurdistanê silav dikin" meşiyan.
Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hilgirtin û li ser polîtîkayên şer ê qetlîamker ên dewleta Tirk, belavok hatin belavkirin.
NCDK´ê banga piştgiriyê kir
Li bajarê Awustrûryayê Innsbruckê Kurdistaniyan bi armanca xwedî li berxwedana xwerêveberiyê derkevin çalakiya kon a 3 rojan da destpê kirin. Çalakî ji aliyê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Tîrolê ve hat organîzekiri îro jî dewam dike.
Li konê hatî vedan, Kurdistaniyan wêneyên terora dewletê ya li Kurdistanê daliqandin û belavokan belav dikin. Di çarçoveya çalakiyê de îro wê meşeke bi meşale were lidarxistin. Endamê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Tîrolê û berdevkê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd Kazim Agirî di çarçoveya çalakiyê de axivîn, berxwedana ciwanan a li pişt bendan silav kirin û banga piştgiriyê li Kurdên Ewropayê kirin.
NAVENDA NÛÇEYAN