Jina Kurd a ressam Nevin Gungor Reşan, diyar kir ku li herêmê bi sedsalan zilm û zordarî tê meşandin û ew vê zilm û zordariyali ser gelê Kurd ku bi salan e hatiye meşandin bi boyax li ser tuvalê dineqişîne û tîne ziman. Reşan herî dawî bi pêşengeha Qêrina Heftreng a li Mêrdînê hunerê xwe ya ku evîn, hêvîe û rengan dîne ziman da pêşandan. Reşan, da zanîn heta niha deng, ziman, awaz, helbest, stran û evîn li wan hatiye qedexekirin û vê zilma ku li ser wan hatiye meşandin bi xêzkirina wêneyan a li ser tuvalê tîne ziman û dineqişîne. Reşan, anî zimam ku ew van xêzan ji bo pêşerojek azad û meşek dûr israra xwe berdewam dikin û wiha got: "Ez eşq û îlhama van wêneyan ji Baba Tahire Uryan, Ehmede Xanî, Melaye Cîzîrî, Evdale Zeynike, Memduh Selim Bege, Meryem Xan û Karabete Xaço digirim. Ez vê ala zanyar û hunermendên Kurd dewir digirim û heta ku hêza min hebe ez dê pêş de bibim."
Êşa zarokên hatin qetilkirin
Reşan, anî ziman ku heta niha di hur de zuhabûn û hişkbûne çêbûye û ew dixwaze vî ruhê hunerê ji nûve zindî bike û şîn bike.
Reşan anî ziman ku resîm jî wekî muzîk, şano, peyker û helbestan bi sinc û wîcdan mirov hest û ramanê xwe û rastiya civakê dike huner û parve dike. Reşan, da zanîn ku nakokiyên civakê bi vê hunerê bi civakê re parve dike û li ser bihgehê derûniyê pêş dikeve.
Reşan, da zanîn ku wekî dayikekê bi salan e li ser kuşitna Ceylan Onkol a di 28'ê Îlona 2009'an de li Liceya Amedêhat qetilkirin êşê dijî. Reşan, bal kişand ser kuştina komkujiya li Roboskiyê û ani ziman ku li ser vê komkujiyê jî resîman xêz dike û van êşan li ser wêneyan bi xêzan tîne ziman.
ENGİN EREN/DİHA/MÊRDÎN