Navçeya Erdîş a Wanê ku ji şaristaniyên wekê Urartu, Med, Pers, Emevî, Abbasî, Selçûklu, Karakoyunlu, Osmaniyanre mazûvanî kiriye, avahiyên dîrokî yên ji van dewletan mane ber bi xerabûnê ve diçe. Yek ji van warên dîrokî Kumbeta Kadem Paşa Hatunê ye. Kumbet ji dema dewleta Karakoyunluyan maye û heta roja me ya îro li ser lingan maye. Avahiya di derketina rêya Erdîş-Wanê de ye, dora wê bi têlan hatiye dorpêçkirin. Deriyê ketinê yê Kumbetê her tim vekiriye û kîtabeya kumbetê dide nasîn jî nivîsin li ser hemû jê çûne. Li jora kumbetê goristan heye û ev jî vê dîrokê tine dike.


Kevirên birî yên yek reng

Kumbet di dema Cîhan Şah yê Karakoyunluyin de, ji aliyê Emîr Rustem Beg ve di 1458’an de ji bo dayika wî Kadem Paşa Hatun ve tê çêkirin. Kumbet bi kevirên birî yên yek rengî hatine çêkirin. Di bin kumbetê de beşa ji bo mumyayê heye û bi derenceya tê daketinê. Li aliyê Bakur deriyek heyet û pacên wê jî dirêjin.


Warê dîrokî tê tinekirin

Ev kumbeta bi sedan salan berê ku bi kedek mezin hatiye çêkirin, ji ber bê eleqebûnê bi tinebûnê re rû bi rû ye. Ev jî têr nake bûye cihê kesên tiryakê bikartîne. Deriyê wê her tim vekiriye û goristan li dora wê ye. Ev jî taybetiya dîrokî ya kubetê winda dike. 


 JINHA/WAN