Piştî şerên demdirêj ên li seranserê dinyayê û nexasim jî li Rojhilata Navîn, krîzeke mezin a global a insanî da der. Ev krîz jî herî zêde tesîrê dike li Sûrî û Iraqê. Ji bo ji heqî derketina vê felaketê, biryar hat dayîn yekemîn Civîna Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) were lidarxistin. 


Ji Başûr 123 saziyên medenî

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) beriya niha metna nameyekê nivîsandibû ku navnîşana wê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî, Ban Ki-moon bû. Bi vê nameyê KNK´ê doz li NY´yê dike ku cihê Civîna Bilind a Insanî ne Tirkiye be û welatekî din were diyarkirin ji bo vê yekê. 

Hevseroka KNK´ê Nilufer Koç der barê mijarê de ji rojnameya me re peyivî. Koç bi bîr xist ku di navê de Noam Chomski, Micahel Rubin, Janet Biehl, Tove Skutnabb-Kangas jî li dinyayê gelek şexsiyetan mohra xwe danî bin vê metna nameyê. Koç derbarê bi rêve çûna kampanyayê de got, “Ji Başûrê Kurdistan 123 saziyên medenî jî destek dan vê bangê û mohra xwe danîn bin  nameyê. Me ev name ji nûnerên 70 dewletan, ajansên NY´yê yên weke UNESCO, UNHCR û saziyên cihanî yên weke Rêxistina Cihanî ya Tenduristiyê (WHO) re şand. Em bangewaziya kampanyayê dikin, lê her kes dikare destekê bide.”


Tirkiye çavkaniya pirsgirêkê ye

Koç îşaret bi dewra Tirkiyeyê kir di afirandina krîza insanî de û got, “Nabe ku welatekî ku berpirsiyar e ji krîza insanî, bibe mekan ji bo Civîna Bilind a çareseriya krîzê. Tirkiye ne çareserî ye, ew pirsgirêk e li Iraq, Sûrî, Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê. Bi lidarxistina civînê ev zilma Tirkiyeyê û siyaseta faşîzan a Erdogan wê were rewakirin. Divê NY destûrê nede vê yekê.”


Kurd vê yekê qebûl nekin

Hevseroka KNK´ê Nilufe Koç îşaret bi wê yekê kir ku gelê Kurd li ber DAIŞ´ê û êrişkariya dij-mirovane bûye bend û berdêlên insanî, aborî û manewî dide, ji ber wê jî divê gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û diyasporayê li ber lidarxistina Civîna Bilind a Insanî li Tirkiyeyê rabe û bixwaze ku civîn li welatekî din were lidarxistin.

Koç da zanîn ku ew dixwazin bi vê yekê minaqeşeyekê bidin destpêkirin û bi vê jî bikin ku tesîr li biryara mekanê Civîna Bilind bibe û got, nexasim jî li Diyasporayê di vê çarçoveyê de xebatên wan wê werin xurtkirin.  


Cihê civînê biguherînin!

KNK´ê nameyek ji Sekreterê Giştî yê NY´yê re nameyek nivîsandibû û bi vê nameyê biryara NY´yê ya têkoşîna li dijî krîza insanî a global û pêşîgirtina li wê krîzê, silav kir û hêvî kir ku bi Civîna Bilind a  Cihanî ya Alîkariya Insanî rê û çareserî werin peydekirin ji bo vê krîzê. Lê belê li darketina Civîna Bilind a li Tirkiyeyê ne di cih de bi nav kir û îşaret bi dewra Tirkiyeyê di krîza insanî de kir û komkujiyên dewleta Tirk li dijî Kurdan bi bîr xistin. Nameya KNK´ê ji Ban Ki-moon re weha bi dawî bû: “Serokkomarê Tirk Erdogan û Hikûmeta AKP´ê wê vê Civîna Bilind ji bo rewakirina siyaseta xwe ya dij-demokratîk û eskerî bi kar bînin. Ji ber vê yekê jî em tika dikin ji cenabê te, ku tu nehêlî ev Civîna Bilind a Alîkariya Insanî li Stenbolê/Tirkiyeyê pêk were, û cihê wê veguhêzî welatekî din ê guncaw.”


LUQMAN GULDIVE