
FÎLÎZ ZEYREK / JINNEWS / EDENE
Duygu Şahlar a mamosteya pêşdibistanê bû, par di encama zilma dewleta Tirk û hikûmeta AKP´ê de ji karê xwe hat dûrxistin; lê belê, dewleta Tirk bi KHK´ya xwe nikarîbû têkiliya wê ya bi zarokan qut bike. Duygu piştî ku ji pîşeyê xwe hat dûrxistin, bajar bi bajar geriya û ji zarokan re çîrok vegotin. Duygu şahlarê got: “Ji me re gotin ‘di vê atmosferê de wê kes neyê, wê keda we li ber avê biçe’. Lê bi sedan kes hatin temaşekirina me. Salonên me ti caran vala neman. Me fêm kir ku hîna hêvî neqediyaye û wê neqede.”
Zilma KHK´ê bû wesîle
Endama Egîtîm Senê, Duygu Şahlar bi Biryara di Hukmê Qanûnê de (KHK) ya par ji karê xwe yê li Antakyayê yê mamostetiya dibistana dayikê, hat dûrxistin. Duygu Şahlar ji bo têkiliya xwe ya bi zarokan re qût neke serî li rêyên din da. Çîrok berhev kirin û di projeya ‘Ez ê tiştekî vebêjim, Eee, Em xilas bûn?’ de kom kir û bajar bi bajar geriya, ji zarokan re çîrok vegotin. Duygu Şahlarê, dika şanoyê veguhert sinifê û projeya ‘şanoya çîrokê’ bi pêş xist. Duygu Şahlar ji me re jî behsa vê projeya xwe kir.

Afirandina meydana perwerdeya alternatîf
Duygu Şahlarê got, ew hîna xwe mamoste dibîne, û wiha peyivî: “Ez jî wek bi hezaran kesî, beyî sedem ji karê xwe hatim avêtin. Min û gelek hevalên min yên weke min, me têkoşîn tercih kir. Ji roja ewil ve me serî netewand. Me meydana perwerdeya alternatîf afirand û me perwerde kir. Destpêkê bi me re hin fikar hebûn. Lê têkoşîna me gelekî bi nirx bû. Ji ber ku li wir, xespkirina mafekî mezin hebû. Mînaka herî mezin jî Nuriye û Semîh in ku ev bi mehan e, di grevê de ne.”
Pêşî li kolanan paşê li ser dikê
Duygu Şahlarê da xuyakirin ku fikra şanoya çîrokê li ser têkiliya wê ya bi zarokan re derketiye holê û bi hevala xwe ya muzîkjen re ewil li taxan ji zarokan re çîrok vegotine. Duygu Şahlarê anî ziman ku piştre projeya xwe li bajarên Kurdistanê, yên li herêma Behrareş û Egeyê dewam kiriye û wiha pê de çû: “Me li vir bi konser û çîrokan xîtabî gel kir. Me elaqeyek mezin dît. Ya herî xweş piştevaniya bi me re bû ya ku her çû mezin bû. Li her bajarî em bi Egîtîm Senê re bûn yek. Me bêyî bendewariya aborî ev proje xist dewrê.”

‘Em xurttir bûn’
Duygu Şahlarê di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku wê hêviya xwe ji dest nedaye û bi bîr xist ku bi sê kesan wan dest bi vî karî kiriye, lê belê niha ew bûne malbateke mezin û got, ew êdî xurttir bûne.
Ji xwe li ser vê xurtbûnê ev gotinên wê têra xwe raveker in: “Ji me re gotin ‘di vê atmosferê de wê kes neyê, wê keda we li ber avê biçe’. Lê bi sedan kes hatin temaşekirina me. Salonên me ti caran vala neman. Me fêm kir ku hîna hêvî neqediyaye û wê neqede.”