Hevserokê KURD DER’a Enqereyê Mustafa Karaman û Rêvebera KURD DER’ê Ferîde Akturan di têkildarî girtina KURD DER’ê de gotin ku tu kes nikare bi wan rêbazan asîmîlasyona li ser gelê Kurd biber serî.

Hikûmeta AKP’ê di bin navê Biryarnameya di Hikmê Qanûnê de her roj biryarnameya derdixe û saziyên Kurd mohr dike û digire. Heta niha bi dehan saziyên Kurd ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatin girtin. Herî dawî komeleyên perwerdeyê yên ku perwerdeya Kurdî didin yên wekî KURDÎ-DER ji aliyê hikûmetê ve hatin mohrkirin û girtin. Hevserok û rêveberên KURD-DER’a Enqereyê Mustafa Karaman û Ferîde Akturan di têkildarî girtina komeleyên perwerdehiya Kurd de axivîn.

Wekî her tim, li dijî Kurdî bêtehemûl in

Hevserokê KURD-DER’ê Mustafa Karaman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya perwerdeya Kurdî û wiha axivî: “Di sala 2004’an de heta niha em xebatên perwerdehiya Kurdî dikin. Armanca me ew e ku em pêşiya pişaftin û asîmîlasyona zimanê Kurdî bigirin û zimanê Kurdî bi her awayî pêş ve bibin. Lê dewlet wekî hemû caran dîsa bêtehemûliya xwe ya li dijî zimanê Kurdî nîşan da û komeleyên me mohr kirin û girtin.”

Bi rêya zimên dixwazin miletekî tune bikin

Karaman da zanîn ku bêtehemûliya dewletê ne tenê li hemberî ziman e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Dewlet dixwaze bi her awayî gel Kurd ber bi tunekirinê ve bibe. Bi salan e dewlet êrîşî vîn û nirxên gelê Kurd dike û dixwaze di hemû qadan de pêşketinên gelê Kurd asteng bike. Ji ber vê yekê jî dewlet bi taybet ev nêzî du salan e êrîşên xwe yên li dîjî gelê Kurd derxistiye asta herî jor.”

Hemû mal û kolan cihên perwerdehiyê ne

Her wiha Karaman destnîşan kir ku saziya wan bi awayekî hovane mohr kirin û axaftina xwe wiha domand: “Çend roj berê polîsan ser avahiya me de girtin û bi awayekî hovane deriyê avahiya me mohr kirin. Polîsan got ku di bin navê OHAL’ê de saziya we dê bê mohrkirin. Dibe ku saziya me hatibe mohrkirin, lê bila bê zanîn ku em ê xebatên xwe yên perwerdehiyê heta dawiyê bidin meşandin. Ji bo me hemû mal û kolan cihên perwerdehiyê ne. Em ê jî çanda xwe di hemû mal û kolanan de bidin jiyandin û zimanê xwe bi her awayî pêş ve bibin.”

Ev gel OHAL’a wan baş nas dike

Rêvebera KURD-DER’ê Ferîde Akturan jî da xuyakirin ku OHAL bi salan e li dijî gelê Kurd li dar e û wiha peyivî: ”Di avakirina komarê heta niha gelê Kurd OHAL’ê dijî. Gelê Kurd ji bo OHAL’ê ne biyanî ye. Salan e tekoşînê dide meşandin û niha şûn ve jî dê bê navber tekoşîna xwe bide meşandin. Tu hêz nikarin çand û dîroka vî gelî tune bihesibînin û nirxên vî binpê bikin.”

Dev ji doza xwe ber nadin

Akturan da zanîn ku ew ê li hemberî hemû zor û zordariyên dewletê xebatên xwe berdewam bikin û wiha pê de çû: “Li dijî hemû zordariyan em ê xebatên xwe berdewam bikin û em tu caran dev ji doza xwe ber nadin. Gelê Kurd bi tekoşîna xwe û bi bedelên mezin dan û ev sazî vekirin. Lê hikûmet her roj êrîşî saziyên Kurd dike û digire. Ziman koka jiyanê ye. Dîrok bê ziman nabe û jiyanek bê ziman jiyanek bê wate ye.” 


KURDÎ-DER a Semsûrê jî hate mohrkirin

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Semsûrê jî ji aliyê polîs û rayedarên dewleta Tirk ve hate mohrkirin. 

Şaxa KURDÎ-DER’ê ya Semsûrê ya ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve hate girtin, ji aliyê polîs û rayedarên maseya komeleyan ve piştî tespîtkirina tiştên li hundir hate mohrkirin. Serokê KURDÎ-DER’ê yê Semsûrê Şerîf Yilmaz banga xwedîderkatina ziman û komelayê li Semsûriyan kir û got: “Xwedî li ziman û komeleya xwe derkevin. Zimanê me hebûna me ye. Li Semsûrê divê her mal wekî şaxekî KURDÎ-DER’ê xebatên xwe bidomîne.” 


 ENQERE