Weqfa Mezopotamyayê bi boneya 21’ê Roja Zimanê Dayikê yê Cîhanê daxuyaniyek belav kir û got ziman mîrateya mirovahiyê ye.
Daxuyaniya Weqfa Mezopotamyayê wiha ye:”Weqfa me ev sê sal in ji bo avakirina bingeha zanîngeheka bikurdî xebatên xwe yên li ser zimanî didomîne. Ji bo ev bingeh bê amadekirin û materyal bên çêkirin pêwîstî bi termînolojîyeka hevpar a rêziman û lînguîstîkê, bi rêbera rastnivîsînê, her wiha bi rêbera rastnivîsîna bê-jeyan hebû. Di vê çarçoveyê da di bin banê weqfa me da, di sala 2015´an de Komxebata Kurmancîyê hat avakirin. Gelek zimannas û lêkolînerên Kurd endamên vê komxebatê ne û karên xwe yên li ser zimanî didomînin.”
Piştî gelek komcivînan me xebata xwe bi dawî kir
Weqfa Mezopotamyayê ku çendek berê kitêba ‘Rêbera Rastnivîsînê’ çap kir got:”Kurmancîya nivîskî, li gor demên berê, îro di gelek warên jîyanê da heye û pêwîstîya wê bi rêbereka rastnivîsînê heye. Ji beşên Kurdî yên zanîngehan bigirin, heta televîzyon, rojname, malper û weşanxaneyan, Kurdîya Kurmancî êdî di gelek waran da çalak e. Di van waran da ji bo nivîsîneka baş, birêkûpêk, fambar û her wiha ji bo berlêgirtina tevlihevî û sergêjîyan, qayîdeyên zelal şert in. Ji ber vê yekê me serê ewil xebata ‘Rêbera Rastnivîsînê’ da pêşîya xwe û piştî gelek komcivînan me xebata xwe bi dawî kir û wekî pirtûk çap kir.
Bi minasebeta Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê em vê xebata xwe pêşkêşî raya giştî dikin û dibêjin, hemû ziman mîrateya mirovahîyê ye. Roja Zimanê Zikmakî ya Cîhanê li we pîroz be.”
AMED