Kişanak bal kişand ser heyeta HDK’ê ku dest bi gerê kiriye. Kişanak diyar kir ku HDK bi slogana ‘ji gelan azadî û diyarlog’ derketin rê pîroz kir û wiha axivî: “Dema ku HDK çû Sînopê rastî êrîşa nijadperestan hatin. Beriya vê gerê di raya giştî de hatibû aşkera kir û herkesê jî dizanîbû. Lê tişta ku li Sinopê derketî holê bi tu awayî nayê qebûl kirin û nêzîkatiya provakatîfbû. Ger ku CHP nekare pêşiya tiştek wisan bigire nikare jêre bê gotin ku partiyeke demokrate. Em vê êrîşê şermezar dikin. Ev provakasyon wek ku gelê Sînopê kiriye didin xuyakirin lê ne wisaye. Ev yek ji aliyê dewletê ve bi plankirî hatiye kirin divê dewlet hesabê vê yekê bide. Ez ji ber helwesta HDK’ê pîroz dikim û em dibêjin ku emê hertim li pişt xebata wan bin.”
Têkoşîna KESK'ê
Kişanak bilêv kir ku em dîsa bi operasyonên qirkirina siyasî şiyarbûn û wiha pêde çû: “Li gelek bajaran bi ser rêxistinên KESK’ê de girtine û nêzî 100 xebatkarên wê hatine binçavkirin. Em vê êrîşa ku li hemberî KESK’ê pêk hatiye şermezardikin. Bi vê yekê dixwazin pêşiya têkoşîna xebatê KESK’ê bigirin. Ger ku ev yek berdewam bikin ew nikarin mafê kedkaran bi parêzin. Her tim bi bihaneyên bi biçûk li hemberî KESK’ê operasyon tênkirin. Ev operasyon ji bo ku bi çewisîn û bi tirsînin tên kirin. Em jî dibêjin emê hetim li pişt têkoşîna KESK’ê bin.”
Hiqûqa TMK
Kişanak wiha dirêjî da axaftian xwe: “Di doza qirkirina siyasî ya Amedê de duh 10 hevalên me serbest hatin berdan. Ez dibêjim bila çavên malbatên hevalên me rûnî be. Em hêvî dikin ku dê dawî li vê bêhiqûqîyê were û hemû girtiyên siyasÎ bên berdan. Ji ber ku hêj 10 hezar hevalên me di girtîgehan dene. Bi paketên nû dixwazin gelê kurd dinava hêviyan de bihêlin û xwe wisan didin xuyakirin ku pêngavan diavêjin. Ev qirkirina siyasî ji aliyê hikûmetê ve hatine kirin. Dibin navê reformê de guhertinan çêdike. Lê dema em lê dinêrin dibînin ku bêhiqûqiyek pir mezin heye. Hiqûqa TMK bi temamî şaşe û nikarin bi hinek qanûnê ku guhertine me û gelê me bi xapînin. Tişta ku niha bêkirin ewe ku divê ku ev bê hiqûqî temamî ji holê bê rakirin û makeqanûnek nû bê çêkirin. Divê qanûnekî ku herkes mafê xwe têde bibîne bê amadekirin.”
Kişanak wiha dawî li axaftina xwe anî: “Serokwezîr dîsa di komcivîna xwede çêrê BDP’ê kiriye. Dîsa serokwezîr bêehlaqî kiriye. Bi aşkera AKP’ê ji bo ku xebatên BDP’ê vala derbêxe tişta ji destê wê hatiye kiriye. Mînak bi dehan şaredar û xebat karên me girtine û avêtine girtîgenan. Lê em wekî BDP emê hertim xizmeta gelê xwe bikin. Emê bivî awayî jî têbikoşin. Ger ku AKP bêje emê BDP têbibin jî xeyalan ji xwere çêdike. Ji ber ku gelê kurd gihiştiya asta demokratîkbûnê.”
DÎHA/ENQERE