
Ziman çi ye?
Gelek zanyar li ser wate û venivisandina ziman rawestiyane, hin lênirxînên giranbûha pêşkêşî me kirine. Bi zimanekî din gelek nirxandin li ser girîngî û pêdiviya ziman heye. Em tenê çend mînakên girîng bigirin:
Platon: “Ziman xwe bi hevidû hînkirin dayîn, pej avêtin û pelvedan e.”
Wîlhelm von Humbold: “Ziman ne berhemeke giranbûha, bes tiştê ku heyiyê bi giştî girtiye bin bandora xwe bi xwe ye.”
Zimanzan Heidegger: “Ziman mala heyiyê ye.”
Hin zanyar ziman wiha şirove dikin: Ziman; komplekseke bi giştî hemanên sîstema têgihîştin û komînîkasyonê di naveroka xwe de werdigire. Ew sîstemeke yekitiya rêzikname û giyana komalgeya zimane ku komalge bi wî bê kêmasî hev têdigihîje.
Di leksîkona Alman “Der Bücher Gilde” de pirsa ziman wisa tê şirovekirin: “Ziman, bi giştî dengên konventionelên li ser hîmekî mejûyî bi sazî hatî rêzkirin, hem cihana objektîfî û hem jî cîhana subjektîvî di xwe de hildigire ku mirov dikane pê hizirandin, raman, hest û daxwaziyên xwe ji hev re vebike û têbigêhêje.”
Lê li gora min nirxandina herî xweş a ji bo ziman jî ev meteloka Kurdan e:
“Dernakeve ji mal e,
hem cîwan e hem kal e,
geh şûr e geh mertal e,
Hem neyar e hem heval e,
geh şêrîn e geh tal e
geh rasti ye geh xeyal e.
Hem çol e hem jî mal e”
Babeta herî girîng a jiyanê
Ziman bi peşveçûn û ravejîna civakê, yan jî mirovahiyê re pejn daye. Vê diyarda bingehîn a ku di jiyana mirovan de babeta herî giring û bi nirx e, li gor komên mirovan, eşîr û gelan form û naveroka xwe girtiye. Her çûye çeng avêtiye û îro roj ji 4000 - 6000 zêdetir ziman û zaravan ve li her derê cîhanê hêwiriye. Ji bo têgîhîştinê em beşên jiyana mirovan xal bi xal bigirin destê xwe û bi alikariya wan vê mijarê baştir şirove bikin.
Di Kurdî de (erênî)
Kesekî wek hirç e.
Wer rind e, wek kivkarik e
Wer saxlem e, wek pîvaz e
şêr şêr e, çi jin e çi mêr e.
Di Tûrekî de (nerênî)
Ayi gibi.
Okadar güzel mantar gîbî
Okadar saxlam soxan gîbî. (soxan erkegî)
At, avrat, silah (nirxê hespek û jinek yek e.)
Ol û ziman: Hemû dîn vê diyarda ziman wek diyardeyeke herî pêş û pîroz e dinirxînin.. Em dikanin li mîtolajiya vejînê ‘Gilgamêş‘ binêrin, li yên din mezebikin, di hemuyan de hêza xwedayî bi mirovan re bi alikariya zimanek di nav diyalogê de ye. Minaka herî balkêş Mîtolajiya ‘Birca Babîlê’ ye.
Heta Zanyar û fîlozofê Grêkî Platon jî di berhema xwe ya bi navê ‘Protagoras’ de behsa çîrokekê yan jî mîtolojiyekê afirandinê dike, Di wê mîtolojiyê de li ser ziman wisa dibêje; “Ji ber ku Prometheus nîv mirov bû, bi alikariya hêza xwe ya afrîner dengêkî ku mirov dikane pê derd û kulê xwe bireşîne, da mirovan; dûv re jî ji wan dengan gotin pêkanî…” Dema em pirtukên pîroz dinêrin, di wan de jî gotinên pêşîn û pîroz li ser ziman e. Heta ziman kilîta baweriyê ye. Mînak, di Quran´ û Încilê de bi dehan ayetên li ser ziman hene.
Dîrok û Ziman: Bêgûman mirov nikane bê ziman behsa dîrokê jî bike. Eger ev diyarda wek ziman ku bi aliyê dagirkeran ve bi awayê haceteke têgîhîştinê tê dîtin, neba, dê ew belge û çavkaniyên li ser jiyana mirovên berê, yanê paşmayiyên wan jî nebana. Mesela heywan nikanin li ser dîroka xwe lêkolînekê bikin, yan jî tu belge û çevkaniyên wan (bê fosîlan) tune, ji ber ku di nav wan de zimanekî peş ve neçûye. Yanê dîrok jî berhemeke ziman e. Theodor Leuenberger li ser vê mijarê nirxandinek wisa tîne: “Hemû pevçûnên dîrokî di warê zimande serkeftinek bi destxistine. Dîrok ji van şeran pêk tê.”
Polîtîka û Ziman: Di polîtîkayê de yan jî di meşandina wê de ziman cîhê herî bingehîn digire, Bê ziman meşandina polîtîkayê bê derfet e. Eger mirov bixwaze polîtîkayeke bi bandor û jînde bike, yan jî bi zimanekî din girsên gel bigire bin bandora bangaşiya xwe, divê mirov berê her tiştî zimanê gel baş bizane û xwedanê heredariya bikaranîneke rast be.
Tirk
Amanim! Aman yavrim!
Of anam of!
Kurd
Wî li min! Pepûk! Wî li min porkurê!
Hey wax li min hey!
Mattias Hartîg/ Ursula Kurz di pirtuka xwe ya bi navê „Sprache als sozialekontrole –Neue Ansätze zur Soziolinguistîk (Ziman wek kontrolacivakî)“ rûpela wêya 9, de wisa dinivîsin: “Tevgerên rizgariyên netewî xwe ji saziya civaka gundîtiya etnîkî ber bi saziyeke polîtîkiya piralî ve pêşve dibe, yanê ber bi netewbûnê ve pejn dide. Ziman jî di paralelê vê pêkhatinê de pêşve diçe û xwe digêhêjîne tanga pêşveçûna vê polîtîkayê. Ev tê vî wateyî pêşveçûna polîtîkayê û ziman bi hev ve girîdayiye. Di encama vê pêşveçûnê de ziman xwe digîhîne qonaxa standartbûnê ev jî tê wateya întegrationa civak û polîtîkayê.”
Mêtîngerî û Ziman: Gelek mixabim ku kolonîzator mêtînger û hevkarên wan ji me çêtir û jîrtir ziman wek alaveke polîtîkayê bikartîne. Van derdorana warê ziman ji xwe re wek qadeke rational-stratejîk helbijartine. Em dikanin di vir de li dewleta Tirk binêrin. Berê her tiştî medya xwe kir bin kontrola xwe, yanê zimanê gelê xwe girt bin kontrolê, çawa dixwaze wisa diçerixîne. Gava têgîhîştin ku bi madya xwe tenê nikanin tevhevê gelê Kurd bigirin bin bangaşiya xwe, wek gava yekemîn di Kolorduya 7 ya li Amedê de bi hinek zaravên Kurdî dest bi weşanên radyoyê yên korsan kir. Li pey jî, TRT 6, Dunya TV û niha jî dixwezin bi destê Ajansa Anadolu û wezên li mizgeftan li ser armanca xwe bangaşiya xwe bimeşîne.
Em nirxandina zanyarekî bidin. Johannes Groß wisa dinivîse: “Serkarên jîr ji bo ku bikanibin li ser giyan û hestên çîn û komên di bin serkariya xwe de bi bandor bin, ziman di formeke herî jîr de bikartînin.“
Netewebûn û Ziman: Ziman sembola civakê, bingeha çanda netewî ye, mirov dikane bibeje çand bi xwe ye. Mirov nikane behsa çandeke bê ziman bike, çand berhema ziman e. Em li ser vê mijarê çend nirxandinê zanyaran bidin T. Leuenberger; “Wek civateke ziman xwe di nav rebazên zimanekî de girtina civakê divêtiyekî ye. Di encamê de ziman tevheviya azmûn û tecrubê civakê bi xwe ye.” Çand jî teyîsandindina azmûn û tecrûban e. M.Hartîk/U Kurz li ser vê mijarê wisa dibêjin. “Zimanê standart di nava hev de ceribîna civak, aborî, çand û polîtîkayê ye.”
Ziman neynika gelan e
a-Her zimanekî bi serê xwe dîtin û nirxandinek cîhanî ye. Em ji bo nûmûne çend mînakan bidin. Di Kurdî de gotina “wekî hirç e!” xwedanê naverokeke erênî, bi Tirkî gotina “Ayi gîbî” nerênî ye. Çend mînak:
b- Ziman naveroka li ser çand û di nav dîrokeke kûr û dirêj de pêkhatina drûveke giyanî ye, ango giyana derûnî. Lema jî, sembola pêşveçûna civakê ye. Ev jî, vê nîşanê me dide; gava mirov zimanekî baş hûrbikole û têbigêhêje, mirov wê civaka ku wî zimanî dipeyive jî bi her aliyê ve dinase.
Em çend mînakan bidin
Dema êş û şînek dibe her gel nola pêşveçûn xwe peyvên baneşanê bikartîne.
c- Gava mirov di çarçova pêşveçûna dîrokê de li ziman dinêrê, mirov dikane bi hêsanî rastiya dîroka gelek bê kêmasî tê de bibîne. Mînak; Tirk dibêjin „Üzümünü ye, baxini sorma!“ Yanê tiriyê bixwin, lê rezê wê nepirsin! Ev tê vî wateyî, Tirkan di dîroka xwe de bê talanê tiştekî din nekirine û îro jî li ser vî bingehî dimeşin. Dîsa gava em li navên hinek paşayên Tirkan binêrin, em ê bi hêsanî xwînxwariya wan bibînin. Mîna “Kuyucu Mustafa (Bîrwan), Baltaci (bivirkar), Kazikçi (Sing kutar) û hwd.” Yanê mirov dikane li zimanê wan binêre û fêrê dîroka wan bibe. Ev ji bo gelên din jî wisa ye.
Mînak Di zimanê Almanî de peyva ‘dürfen’ kûrbûna pozberiya di navbera çînên Alman de gelek bi zelalî dide xuyan. Dîsa ev diruşmen wekî “Tirkiye tenê ya Tirkan e”, “Almanya tenê ya Almanane” mêla gelê Tirk û Alman bi zelalî dide der. Bi kurtî mirov dikane bibêje; Ziman neynika gelekî ye.
d- Me berê jî gotibû; ziman sewiya pêşvaçûna civakekê yan jî gelekî jî derdixe pêş.
Wek mînak, pêşveçûnên di warê felsefê, hilberînê, aborî û zanistiyê de vê mijarê bi hêsanî zelal dike. Dîsa peyvên wekî “rewşenbîr, welatparêz, netew ûwd.” Ji bo me Kurdan peyvên gelek pîroz in. Lê ji bo neteweyên, yan jî gelên rojavayê Ewropê wateyên xwe wendakirine, niha peyvên negatîv in.
Zimanê zikmakî (dayîkê)
Navê xwe li ser e, ‘zikmak’ yanê di rehma dê de dest pêdike. Dayîka hemîle bi kîjan zimanî stran bibêje, şînê yan jî kêfê bike, peyvên êşê ji devê xwe derbixe û bi kesên hevîrdorê xwe re bipeyîve, bi wî zimanî û rewşê hîkariyê li dergûşa (zaroka) di zikê xwe de jî dike.
E. Erîkson li ser vê mijarê vê nirxandinê tîne; “Rewş û nêrîna dayîkê tesîrê li bibawerbûyîn û nebawerbûyîna zarokê dike. Bi taybetî jî di dema hemîlebûyînê de xisar û tehrîbata li ser psîkolojî û fîzîkiya dayîkê dikane bandoreke mezin li dergûşê jî bike.” Li pey ku dergûş hat dunê, dayîk bi kîjan zimanî jê re lorîkan bibêje, pê şa bibe, vê re hêrs bibe, wî zimanî bi zaroka xwe bide fêrkirin û ew dibe zimanê zikmakî. Li ser vê mijarê gelek xebatên kûr hatine kirin. Li gor lêkolînvan Kulturantropolog R. Spitz; “Di kesayetiya Zarokên li malsêwiyan û heiman de kêmasiya têkiliya objektîvî ya yekemîn yanê dayîkê, xisara gelbedenî ku vê re marasmus tê gotin xuyadike, kêmasiyên pêşveçûna zeyn, pêkhatina ziman û têkilî danîne derdikeve pêş.”
Zimanê zikmakî û kesayetî
Kesayetiya mirovan di vê dema rehma dayîkê de bingehê xwe digire, di pêvajoya zaroktiyê de vê bingehê dikemilîne. Wek mînak, rewşa dayîkê ya di dema hemîlebûnê de, bi xwe bawerbûn û ne bawerbûna zarokê de rolekî mezin dilîze. Ev jî ji hîmê kesayetiyê ye. Lema mirov dikane bibêje: Ev pêvajoya mezinbûnê pêvajoya pêkhatinina kesayetiyê ye jî.
Têkiliya giyan (ruh) û ziman bi hev re heye. Wek mînak peyva mirov fêrdibe, ew peyv di pêvajoka fêrbûnê (bîhîstin, di mêjî de tomarkirin, bilêvkirin) de li mîjiyê me warnişt dibe. Yanê digêheje pileya hişmendiyê. Bi zimanekî din ev tê vê wateyê ku hemû pêşdîtin, hewldan, hest, hîs û azmûn bi serê xwe taybetiyeke hişmendiya me ye. Yanê ev di heman demê de yê kesayetiya me ye jî. Çawa fîlozofê Hîndî gotiye; “Wekî çeşta xoyê di tevhevê beden û giyana mirovan de xwe dide rabîhîstin.
Mirov dikane bibêje çawa ku giyan di nava ziman de gîhîştiye rastiyê, wisa jî cîhan di nava giyanê de gîhîştiye rastiyê. Walter Porzig di pirtuka xwe ya bi navê “das Wunder die Sprache” (162) de wisa dinivîse: “Ji kîjan hêlê ve ziman lê dikolin, lêbikolin, rastê rola giyanê tên, ku egerek nebe nabe ye...... Bi taybetî di dema peyvînê de tevheviya giyanê derdikeve pêş, wexta axaftinê de ne tenê azayê bedena mirovan, hikariya giyana mirovan jî xwe di mîmikên rûçikê mirovan û derketina dengan de dide der.”
Ji bo ku em bikanin baş têbigêhêjin; me ev şirova han kir. Bi Kurtî di ziman de tu tej (kîte), tu peyv, tu hevok û tevheviya wan bê wate nîne, li ser bingeha giyan, azmûn û rastiyan pêkhatine. Yanê bingeh hest û kesayetî ye. Komalgeyaziman jî bi tevheviya giyan, azmûn û hewldanên wê civakê ve girêdayî ye. Tevheviya mirovahiyê di nava komalgeya zimanan de dabeş bûye. Kesayetiya mirovakî ya di nav komalgeya zimanek de sedî sed bi wî zimanê ew dipeyive re girêdayî ye.
Theodor Leuenberger di xebata Sprache ûnd Herschaft (45) an de wisa dinivîse: “Yê rêya dan û standinêk sîstematîk li pêşiya kesan vedike Ziman e. Kes bi wê dikane hevîrdora xwe kategorîzebike û nola wê mînakên li berçavên xwe werbigire.”
Hemû zanyarên cîhanê jî giringiya dema zaroktiyê dizane û li ser vê demê gelek nirxandinên giranbuha kirine. Di vir de giringiya zimanê zikmakî divê were fêmkirin. Em ji bo baş têgîhîştina vê mijarê nirxandina niviskarê fîn pêşkêşî we bikin. Niviskarê Fîn Anttî Yalava jî wisa dibêje; “Zimanê zikmakî wekî çermê canê mirovan e, zimanê biyanê wekî kincên li ser mirovan e. Mirov dikane kincên xwe biguherîne, lê tucar nikane çermê xwe biguherîne.”
Me gotibû çi, ziman tevheviya azmûn û tecrûbên civakekê ye, bingeha, dîn, dîrok, çand û hunerê ye. Hata mirov dikane bibêje Zimanê zikmakî kilîta gencîneya (xizneya) dewlemendiya çandî ya di pêvajoya hezaran salande hatiye berevkirinê ye.
Ji bo em bikanibin vê mijarê baş têbigêhêjin dixwazim li vir çend mînakan bidim.
1-Otosîmîlation (xwe helandin /xwe bişaftin)
Asîmîlation bi hêla dagirker û hêzên desthilatdar ve bi darê kotekê tê birêvebirin. Li hember vê bertekeke tund derdikeve pêş, lema jî nikanin gelekî têk bibin. Wek mînak gava cara yekem Kurdî hat qedexekirin, gelek protestoyên balkêş derketin pêş. Em mînakek balkêş bidin. Di dema destpeka qedexeya zimanê Kurdî de, Gundiyek kera xwe dajo ber der qonaxa hikûmetê. Çoyê xwe digire, bi hemû hêza xwe ve li kerê dide û vê re dibêje “Qoniş! Bi Tirkî qoniş, Zirla bi Tirkî zirla!” (Bipeyive, bi Tirkî bipeyîve. Bizire, bi Tirkî bizire!” Nas û dost lê dicivin û jê dipirsin; “law tu çi dikî?” Ew wisa bersivê dide; “Lê kera min ne bi Tirkî xafil de bi Kurdî bizire, ezê ji ku pera bînim û cirmê bidim!”
Ev tê wê maneyê tenê asîmîlationa zir zop nikane gelekî têk bibe. Lê pêvajoya xwe helandinê yanê otoasîmîlationê destpêka têkçûyînê ye.
Dema dê û bav bi zimanê xwe bi zarokên xwe re nepeyivin. Yanê bi hev re bi zimanê zikmakî, lê bi zarokên xwe re jî bi zimanek din bipeyivin; li gel ji wê zimanê serdest re xizmetkirinê, dibin egerê têkçûna zimanê xwe û li ser kesayetiya zarokên xwe bi awayekî nerênî jî dilîzin. Gava hîn di ser vê tewanbariyê de ji ziman û çanda xwe şermbikin û vê jî bi zarokê xwe bidin rabîhîstin, hîn nerênîtir bandorê li zarokên xwe dikin. Ew zarokê kesayetiya wî hatiye tevlihevkirin, di jiyana xwe de tucar serkeftî nabin. Ez dixwazim di vir de çend mînakên balkêş bidim.
Mînakên sosret ên xwe bişaftinê
Mînak 1- Rojekê keçekê Kurd nêzîkê min bû û ji min re: „Mamoste ez sê caran çûm kursa zimanê Kurdî; Alman û Tirkên bi min re hatin, fêrê Kurdî bûn, lê ez fêrnebûm, çima?“ Li ser vê pirsa wê em bi dirêjahî li ser mijarê rawestiyan û me di dawiyê de egera nefêrbûna wê derxist. Dema ew hîn zarok bûyê, dê û bavê wê pê re bi Tirkî peyivîne, jêra gotine; “serê xwe têke ber xwe, bixwîne, ji xwe re di derê dewletê de bibe xwediyê nanek ûwd! (bêgûman piraniya me ev gotin ji dê û bavê xwe bîhîstiye)“ Lê gava pevçûne, yan jî tiştek ji keçikê veşartine, gava cîranê wan hatine û bi wan re tiştek bi dizî peyîvîne jî, bi Kurdî peyîvîne. (Di cîhana zarokan de tiştê herî xeter pevçûna dê û bavê ye, û ji wê tişt veşartine.) Di pêvajoya salan de, Zimanê Kurdî ji bo wê bûye zimanê pevçûna dê û bavê wê, zimanê tiştên dizî. Her çûye jê nefret kiriye û ev wekî girêyek di mejiyê wê yê biçûk de cîh girtiye. Niha jî çendî dixwaze fêrê Kurdî bibe, ev girêka di bin zanista wê de nahêle ku ew fêr bibe. Tenê li pey terapiyek kûr û dirêj, derfetê fêrbûna zimanê Kurdî bidest xist.
Mînak2- Li pey semînerek, hevalekî xwast tenê bi min re bipeyîve. Em bi hev re rûniştin, wî mijara xwe ji min re vekir. Ew tim di jiyana xwe de valahiyekê dibîne; hestê kêmasiyekê wekî belayekê xwe li wî dipêçe. Lê tû carê tê dernaxe, ka ev valahî û kêmasî çi ye û ji çi tê. Di encamê de tê li Almanyayê dizewice. Zarokek wî çêdibe, mezin dibe û diçe dibîstanê. Di dibîstanê de proplema zaroka wî çêdibe. Psîkologê dibîstanê bang wî û hevala wî dike. Her du diçin. Psîkolok dibêje “ev proplema vê zarokê ji we tê. Ez dixwazim zaroktiya we bizanim.” Li pey mijûliyek pirs û bersivan rastî zelal dibe. Wî hetanê heftsaliya xwe bê Kurdî tu ziman nezanibuye. Di heftsaliya xwe de dest bi dibîstanê dike. Wê salê jî bavê wî bar dike û diçe bajarekî Tirkan. Ew Kurdiya wî li wir tê rawestandin, tenê Tirkî derdikeve pêş. Di nav male de jî zimanê Tirkî dibe zimanê rojane. Belê kesayetiya wî di heft saliyê de tê parçekirin. Ango Kurdayetiya wî bi heft saliya wî ve diqede, ew kesayetiya Tirkayetî li wî bardibe. Ew valahiya di jiyana wî de, ew kêmasiya li giyana wî; ew kesayetiya wî ya hetanê heftsaliya wî bûye. Vê tesîr li zaroka wî jî kiriye.
Mînak3- Rojek gava ez li stasyona trênê ya Frankfûrtê peybûm. Du kesên dişibiyan mirovên rojhilata navîn, ketibûn pîlên hev û bi awayekî gêjan li stasyonê digeriyan. Yekî ji wan bi lêvkirin û şêweyek Erebî got: “Law kuro, o qeliyor behhnofte?” Niha ez vî kasî nanasim. Lê dikanim bibêjim, xwedanê kesayetiyek tevlihev e. Dengê ji devê wî derdiket dengên Ereban, di hevoka wî de gotinên Kurdî, gotinên Tirkî û gotinê Almanî heye. Niha Ev kes çi kes e? Ereb e? Kurd e? Tirk e? Yan Alman e? Ne xuya ye. Mirov dikane kesekî bi axaftina wî tehlîl bike.
2-Ziman Nasname ye: Ziman di bingeha xwe de mijara nasnamê ye jî. Yanê gava yek dibêje; “Ez Kurd im, yan jî Alman im” jê re dîdareke yanê şehedek lazim e. Ew jî ziman e.
3- Kilîda fêrbûna zimanên biyanî ye: Kesên ku zimanê xwe baş nizanibin, nikanin zimanên din jî baş fêr bibin. Ji ber ku ziman bingeha çandê ye, ev rewş ji bo çandê jî wisa ye. Di her zimanî de hîmên avahiya ziman heye, ku mirovê hîmên heokên zimanê xwe nizanibe, nikane fêrê zimanên din jî be.
Perwerde
Perwerde; li ser bingehên pedagojîk zarok û ciwanan di warê bedenî, hest, giyanî, karekter, sinc, civakî, ronakbîrî û li gor cemkên pratîka jiyanê amadekirin e. Zarok li pey vê perwerdeya bingehîn digihîjin kesayetî, nasname û rengekî civakî. Lema gel û komalgeyên zimanan, netewe û kêmneteweyên xwediyê derfetan e, ji bo civakeke bijûn û bi bawerî li siberoja xwe dinêre, kesayetiyên wê civakê perwerde dikin.
Çawa bi her kesî eyan e, li welatê me tu carî derfetên perwerdekirina li gor polîtîka perwerdeya netewa Kurd bi destê me neketiye. Di dema mîrîtiyan de jî ev derfet tunebû, yan jî ev derfet ji bo dînê îslamê xistibûn bin xizmeta zimanê ewrebî. Ango di mederseyan de polîtîka perwerdeya erebî-îslamî hebû. Lema dema mirov li Şerefnameya Şerefxanê Betlîsî dinêre, dibîne ku hemû mîran xwe kirina dundeyên ereban. Bi gotineke Kurd û kurmancî mizgeftan rola dêran di ola xiristiyaqniyê de lîstiye, nelîstiye.
Di sedsala bîstan de jî Kurd wek alaveke heriya netewa Tirk, Ereb û Farisan hatine dîtin. Em Kurdên Bakûr li gel kujeriyên bêwîjdan, li ser bingehê polîtîka perwerdeya netewa Tirk hatinin perwerdekirin. Heta ev wisa di mejiyê me de dane rûniştin, yên ku herî zêde li dij zimanê Kurdî derdikevin, em Kurd in. Ji wê, ku mirov yek pirsekê biçûk ji mirovan bike, ango bibêje: “Tu çima bi min re bi Kurdî napeyîvî?” Hima bi berteke tund dibêje; “Ma ez mecbûrim?” Bi qehir dipekînin ser mirovan.
Di vî warê perwerdê de tenê em Kurd hê negihîştine wê têgihîştina ji bo civak û netewan ku bê hebûna wê, nabe. Dema mirov li ba Kurdan mijara perwerdê vedike; Kurd tenê ya bi Tirkî, yan jî zimaneke din têdigîhîjin. Ango di mejiyê Kurdan de tenê Tirkî û zimanê biyanî wek zimanê perwerdê rûniştiye. Bi piranî jî bi vê serbilind in û yên bi Kurdî dipeyivin jî piçûk dibînin.
Baş tê zanîn ta niha Tevgera Azadî ji ber divêtiyan tenê li ser şer û berzkirina tekoşîna çekdarî konzentre bûbû. Saziyên li Ewropê jî erkên xwe yên çandî û ziman li cih hîştibûn û li ser vê bingehî ditekoşiyan. Lema di warê perwerdeya ziman de nekanîn ku rola xwe ya bingehîn bilîzin.
Derfetên heyî nayên bikar anîn
Di vê roja me de hima bigire li hemû welatên Ewropayê derfetên perwerdeya Kurdî heye. Lê Kurd van derfetan bikarnaynin. Saziyên Kurdan yên civakî û çandî di vî warî de pir gotinên mezin dibêjin, lê ji bo pratîkê tu gav navêjin. Di cihê pêşxistina perwerdeya ziman de li berendamên mamosteyan dinêrin, ku berendam nekeve serê wan, hetanê ji destê wan were, pêşî li perwerdê digirin (Mînaka Osnabrückê).
Li hin eyaletên Almanyayê wek Nord Rhein Westfalien ku saziyên Kurdan û Kurd li perwerdeya zimanê Kurdî xwedî derkevin, bi sedhezaran zarokên Kurdan dikanin perwerdeya Kurdî bibînin. Lê tersê wê tê kirin, yên li pêşiya perwerdê dibin kelem dîsa qaşo welatparêz in. Wek mînak. Li Dortmundê pênc saet dersên Kurdî hebû, ew pênc saet ji Tirkî re hat yadîgarkirin. Tewanbar berê her kesî komaleyên me yên li Dortmundê û mamosteyê wir bû. Li Kolnê ji çilhezarî zêdetir Kurd hene, Ji ber ku mamoste çil zarok nedîtin, niha nîvê dersê xwe derbazê Leverkusenê kiriye.
Navên saziyan tev bi Kurdî ne, lê naverok û ziman bi Tirkî. Zarokên gotineke Tirkî nizanin di komaleyan de hînê Tirkî dibin. Gelek rewşenbîrên Almanan ku dostên Kurdan in, dibêjin: “Em we fêm nakin, hûn dibêjin em Kurd in, navê saziyên we jî bi Kurdî ne. Lê ji axaftinê bigire hetanên pirtûkxanên we tev de bi Tirkî ne. Ev jî çi ye?”
Zarokên nav Kurdî, ziman Tirkî!
Êdî zarokên dibin, navê wan bi Kurdî tê lêkirin, lê zimanê wan bi Tirkî. Ango zarokên nav Bêrîvan, Berfîn, Sîdar, Sîpan bi Tirkiya Kemal Sûnal, Şener Şen, Bîlo dipeyîvin, lê Kurdî nizanin. Dê û bavên wan bi serbilindî wiha bang dikin: “Ayyy Berfîncigim, Sîpancigim!” Birîna reş ya pençeşêrê jî ev e.
Ji ber nûgeriya xwe ya kronîk ez bi sedan zarokên Kurdan yên bi Kurdî nizanin re peyivîme. Gişt wiha dibêjin: Bav û diya min Kurd in, lê ez Tirk im!” Li hember vê şirova min: “Gava dê û bavê we Kurd be, hûn jî Kurd in!” jî wiha bersiv dan: “Na dê û bavê me nexwestin ku em bibin Kurd, lema bi me re bi Tirkî peyivîn û em bûne Tirk.” Bi giranî jî zarokên welatparêzan bi Tirkî dipeyivin.
Ev Tirkên bi destê dê û bavan hatine Tirk-kirin, wê tu carî berê xwe nedin Kurdî, lew re di giyan û psikolojiya wan de, ew êdî ji çîna bindest filitîne û ketine nava çîna serdest.
Gava zarokek di dibîstanê de bi zimanekî din bixwîne, cîhana wî ser û bin dibe. Di dibîstanê de bikarneanîna zimanê dê û bavê bandorekî negatîv li zarokan dike, Di zarokan de kompleksa nizmbûnê derdixe pêş. Ev jî hîkariyek negatîv li kesayetiya wî dike. Xwerû jî ku dê û bav bûbûn eger!