Yekemîn çalakiyên kampaniyê li dibistana seretayî ya gundê Eyîn Dîwarê bi pêşkêşkirina şahiyeke hunerî bi beşdariya şagirt û malbatên gund pêk hat.

Qada dibistanê ku şahî lê hate li darxistin, bi pankartên bi nivîsên; “ Asta pêşketina ziman, asta pêşketina civakê ye” hatibû xemilandin û şagirtên ku cilên folklorîk li xwe kiribûn, pankartên bi nivîsên “Ziman rûmet e” û “ Bêyî ziman jiyan nabe” hildan.

Endamê Şaredariya Gundê Eyîn Dîwarê Mihê Dîn Resûl derbarê perwerde û ziman de axivî û got: “ Ziman nasnameya gelan e. Ji ber vê ji mafê her gelekî ye ku fêrî zimanê xwe bibe û biparêze.”

Resûl helwesta hin partiyên siyasî ya dijberiya metriyalên Kurdî şermezar kir û diyar kir ku kesayetên li dijî zimanê dayîkê derdikevin, berjewendiyên xwe yê kesayetî li ser mafê gelê xwe yê çandî re dibînin.

Piştre şagirtan stranên derbarê girêdana bi zimanê dayîkê de pêşkêş kirin.

Şahî bi pêşkêşkirina staranan ji aliyê komên Ava Mezin, Şehîd Dijwar û Kulîlkên Azadiyê yên girêdayî Navenda çand û Hunerê ya Dicleyê bi dawî bû. 


 ANHA/DÊRIK