Di daxuyaniyê TZP’ê de hat diyarkirin ku gelê Kurd di pêvajoya rizgarî û damezirandina şoreşa neteweyî de derbas dibe. TZP’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt ragihand: “Em dizanin ku bi sedsalan e gelê me yê fedekar û cefakêş bêwest û rawest di nava berxwedan û serhildanek pîroz, birûmet û bêhempa de ye. Helwest, berxwedan û lehengiya gelê me, bi taybet jî ya hêzên parastina gel YPG û YPJ’ê ya ji destpêka şoreşê û virve û bi taybetî berxwedan û lehengiya ku li Kobanê û Şengalê tê kirin nîşanî her kesê dost û dijimininan daye ku êdî tu hêz nikarin li pêşiya meşa wî ya ber bi azadiyê ve bibin asteng û kelem. Lê divê em ji bîr nikin ku em bi hêsanî negihîştine van rojan.”

TZP’ê di berdewamiya daxuyaniya xwe de da zanîn ku bi hezaran sale ku nexweş û serxweşên dewlet û desthilatparzê ji bo armanc û bercewendiyên xwe bihuşta gerdûna welatê pîroz e ku malzarokê ji hemû nirxên mirovahiyê re kiriye, xistine ber ba û bahoza pişaftin, talankirin, wêrankirin û tevkujiyan. Daxuyaniya TZP’ê wiha didome: “Hêjî cîhana  kedxwar, dagirker, sermayedarên bercewendperest û saziyên wan ên peywendîdar xwe ker, lal û kor dike, naxwaze vê têkoşîn, berxwedan û şerê parastina rûmet û nirxên hemû mirovahiyê ya gelê Kurd bibîne. Vaye em dibînin îro çawa hikûmeta tirk xwe li ber hêza Kurd û daxwazên fêrbûna zimanê dayîkê ranagire û her roj li kon bajarên Pirsûsê ya ku perwerdeya zimanê dayîkê lê tê dayîn kelem û astengiyan derdixîne. Momosteyên me yên hêja yên ku li wan konbajaran perwerdeya zimanê dayîkê didin bi israr û biryar in ku zarok û ciwanên Kobnê bê perwerde û ji zimanê dayîka xwe mehrûm nemînin. Roja 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayîkê yê cîhanî ye. Roja têkoşîn û parastina mafê zimanê zikmakî ye.”

TZP’ê bi van gotinan dirêjî da daxuyaniya xwe: “Gelê Kurd ê birûmet jî ji paraston û danepejirandina ziman û nasnameya xwe, bi sedan sala bi taybet jî ev çil sal e di bin pêşengiya tevgera azadiyê de, di nava berxwedan û têkoşîneke bêhempa de ye. Di vê berxwedanê de gelê me pir êş û azar kêşan. Bi hezaran bedelên bê hempa bi taybet jî di vê dema Şoreşa Rojava de bi sedan bedelê pi giranbuha dan. Wan leheng û pakrewanan ji bo parastina rûmet, ziman û nasnameya me bê dudilî, bi ruhek fedayane, bi eniyek vekirî û serbilidî canê xwe feda kirin û em gihandin deriyê azadiyê. Îro em deyndarên wan pakrewanan ne. Li çand, ziman û nasnameya xwe, li nirxên ku wan bi can û xwîna xwe avakirin xwedî derketin, li wan xwedî derketine. Lewra ziman, nasname hiş û bîra civakî ya gela ne. Ziman, hêmanê sereke yê pêşxistin û pêşvebirina civakîbûnê ye. Sedema hebûna mirov, çand û civakan e. Li zimanê xwe, li çanda xwe xwedîderketin pêwîstiya mirovbûnê ye. Yê ku li zimanê xwe xwedî dernekeve li tu tiştekî xwedî dernakeve.”

TZP’ê wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Di vê çarçoveyê de em roja zimanê dayîkê li hemû gelê cîhanê, bi taybet jî li gelê Kurd ê cefakêş û berxwedêr pîroz dikin û em bang li hemû gelê xwe dikin ku li derdora Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibin yek û bi hemû hêza xwe têkoşîna xwe ya ziman û nasnameyê di asta herî jor de bilind bikin.” 


 ANHA/QAMIŞLO