Min dixwest ku vê pêlê bi zimanê xwe bikaribim; di vê quncika ku di rûpelê wêje û hûnerê de ye, tiliya xwe nexim ‘kunên siyasetê’. Bi gotina  a’mê ‘ne şeytan bibînim, ne jî qul elahû ehed bixwînim’…
Lê nebû. Û wisa dixuye ku nabe jî:
Rojeva siyasî ya Tirkiyeyê wisa ‘vezilok’ û ‘şematok’e, incex nîviskarkarekî ku rojane binîvîse dikare bide pey ‘ rûdan’ û ‘qewimînên’ ku her roj yek yekê li şûna xwe dihêle,yek yekê xilmet dike.
Heştê sal e, dewlet û yên ku çerxe dewletê dizîvirînin, hewl didin ku pirsa sereke, pira Kurdî, pirsa ku herdem bûye/dibe serêşandina dewletê û hemû hikumetan, ji ber çavê xelkê bidin alî û wê  bi şêweyeke din şanî xelkê xwe bidin.
Lê Kurd, Kurdên ku bi ser fenûfût û dekûdolêbên dewleta kone ve bûne, bi çalakiyên birçîbûnê, bi xwepêşandanên girseyî, bi liv û bizavên ciyawaz; li parlamentoyê, li qadan di her delîveyê de dixin rojeva Tirkiyeyê û destûrê nadin ku mijar were sar kirin.
Di siyasetê de – wekî wêjeyê- ji wegotina rastiyê wir ve tir, şêweye vegotinê rastiyê girîng e. Siyasetmedarin – wekî serokwezîr û hin gizîr û kizîrên li dorê-  virrên xwe di dista şîreya dilînan dadikin û vedibêjin…
Jixwe herkes nikare bibe xatîb. Hîtabet (hunerzarî)  ne karê her kesî ye, ji lew Kurdan gotine ‘zarê şîrîn mar ji kune derdixe’.Û gotine,  ‘gotin heye ji jahrê jahrtir, gotin heye ji şûr tûjtir’. Û bi ser ve kirine, ‘şûna xencerê rehet dibe, ya gotinê dimîne’.
Gellek gotinên ku di ruhê me de şûna xwe hiştine/dihêlin; wekî ‘şaqî’, ‘eşqiya’, ‘dolên ermeniyan’, ‘terorîst’, maşika destê xelkê, ‘Kurdên quncilik, ‘solalêsên potînên me’…çendek ji gotinên ku ji devê xwedêgiravî siyasetmedarên ‘maqûl’ derketine ne…
Muxalefet jî di nêvê de – bi taybetî dij, dijber û dûjimê ewil û axir ê doza Kurd, gurê boz ‘birêz’ Bahçeli û partiya wî ya nîjadperest- rayedar û desthelatdar di her delîveyê de gotinên gome gome, wekî tehtan di gelê Kurd û hêjayiyên gelê Kurd de werkirine.
Hinek jî ne fihêt ne heya, ne ji xwe fedî dikin ne ji bavê xwe, di parlementoyê de, parlamentoya ku dibêjin cihê çareseriya her arîşeyê ye, radibin dibêjin, ‘ em ê hemû mafan…çi hebe: ziman, perwerde, xwerêverin…çi maf hebe û çi were xwestin em ê bidin’; lê piştî  piştî çend rojên di ser gotina xwe re, tifa xwe dialîsin: Zimanê Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye!
Xwelîser, tu û şaristanî? Kunê singê konê ku bavûbapîrên te li wan sirtan vegirtibûn, hêj nexitîmîne!
Jixwe di Konferansa Ziman a Neteweyî a ku 2-3-4ê de li Amedê hate lidarxistin de, hima hima her axivgerî gotinên Bulent Arinc’ê ku dê hemû mafê Kurdan bidaya(!), ‘ Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye’ anî bîra beşdaran… 
Bi qasî ku tê bîra min, salek du sal ne tê de; ji sala 2003’an ve li şahrê li ber dilê her Kurdî payîtext, şerbajar û gewre; civînên bi beşdariya kesayetên xebîrê (pispor) karê xwe, di çarçoveya Rojên Wêjeyê de konferansên mijara wan ziman hatin li darxistin.
Lê wê carê, konferans berfereh bû, û bi navê xwe jî ji yên din cuda bû: Konferansa Ziman a Neteweyî!
Gotina Çekiyan e,’ Sînorê neteweyekî zimanê wî ye’.
Heke em vê peyva Çekiyan ji xwe re bikin palpişt û sipartek; sînorên neteweyî ê Kurdan ji bakûr serejêrî başûr dibe, xwe li per û peravên rojhilat dide, hidikişe bin tîşkên xora* Xoresan, ji wir şewqê dide lutkeyên Kafkasan…
Sînorê neteweyekî û yê xakekê çendî di navbera dewletên dakirker û dabeşker û pahveker hatibin danîn jî, ew sînor bi têkoşîn û berxwedana gelekî dikarin werin rakirin. Lê sînorên ku Kurd dê di navbera xwe de danîne/deynin: Sînorê alfabeyan, sînorê zaravan, sînorên siyaset û desthelatê, sînorên min û te?
Ev ziman bi destê nivîskar û roşenbîranên ku sî û siwana desthelatan ji xwe re kirine/dikin star, di siberojê de dikare bibe sînorine ku ji nêvê neyine rakirin jî, dikare bibe ‘kilûhecera’ yek xakê, yek alê, yek dewlet û yek neteweyî jî….
Bi hêviya ku her roşenbîr, çi yên bakûrî çi yên başûrî, bi vê hişmendiyê û bi vê ferasetê bilivin, biaxivin, tevbigerin…