Komîteya Çand û Hunerê ya PKK'ê têkildarî êrişên nîjadperestiyê ku bêperwa li dijî çand û zimanê Kurdî tên kirin daxuyaniyek da û diyar kir, "Ziman û çanda me hebûna me ye." Komîteyê li dijî êrişên faşîzan banga yekîtiyê kir.
Daxuyanî wiha ye:
"Her roja ku diçe êrîşên faşîzan ên bêperwa roj bi roj bi awayekî berfireh dewam dikin. Ji avabûna komara Tirkiyeyê heta niha li dijî gelê Kurd bişaftin û qirkirin bênavber hatiye meşandin û ev hê jî dewam dike.
Zimanê me, çanda me hebûna me ye. Bi sedan salan gelê Kurd bi fîzîkî yan jî bi çandî bi awayekî topyekûn bû hedefa sîstema înkar û tunekirinê. Bi salan band û şerîtên kurdî weke stranên qedexe yên hatibûn bi navkirin veşartî dihat guhdarîkirin, ev jî weke berxwedanekê bû remza israra di ziman û çanda kurdî de. Hunermendên Kurd ên xwedî rûmet bi buhayê canê xwe hunera xwe bi pêş dixistin û dibûn dengê gelê xwe.
…li Enqereyê ji ber ku li mûzîka Kurdî guhdarî kiriye Bariş Çakan hate qetilkirin. Di hemû bûyeran de yan yekser dewlet bi xwe yan jî hêzên wan ên paramîlîter ev êrişan pêk tînin. Bi destê qeyûman xirakirina pirtûkxaneya Celadet Bedîrxan, di serî de Heskîf li tevahiya Kurdistanê bendav tên çêkirin ji bo tunekirina dîrokê ye. Tîmsalên cografîk ên dîrokî bîr û hişê civakê ne, bi xirakirina van deran dixwazin bîra civakê tune bikin û qirkirina çandî pêk bînin.
Di şexsê ciwanê Kurd Bariş Çakar de êrişên li dijî ziman û çanda me hemû li dora şiara 'Çand û zimanê me hebûna me ye' em bang li tevahiya gelê xwe û dostan dikin ku kom bibin û li hemberî êrişên faşizan yekîtiya gelan ava bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN