Ev çalakiyên wan bi vî rengî û xebatên wan ku ji bo xweşî û pêdiviyên jiyana wan a di her astê de û pêşketinên wan cihê rêzgirtinê ye. Lê, gelo navê ku hinekî li ser zimanê dayikê bisekinin? Derfetên mezin jê re amade nekin? Gelek welatiyên me ji zû ve li Ewrûpayê ne, û her yek ji ber sedemên cuda hatine, xwe bi jiyana penebartiyê girtine. Bi rastî sedemên penebariyê pirr in ku gel ji xak û civak û gund û bajarê xwe dûr ketine, û derbasî nav civakeke biyanî bûne. Her reng û çanda wan heta rabûn û rûniştina wan jî beşek ji welatê wan e.
Mixabin li xeribiyê gelek kes bivênevê ji civaka xwe dûr dikevin ji ber ku derbasî nav civakeke din dibin. Em dikarin bibêjin ku hinek bandor li wan bûn heya ku di nav vê civakê de hatin bişaftin û rola wan di civaka wan de pirr qels bû.
Dema ku em binihêrin sedema dûrketina wan a bi vî rengî ji ber çi ye; em ê karibin bi çend xalan rave bikin:
* Gelek ji wan di destpêkê de ji qîmet û zengîniya çanda xwe bêhay bûn. Qelsiya vê hişmediyê li gel xwe hinek pêşketînên madî anîn, mînak hînbûna zimanê biyanî, lê ev zimanê biyanî ket hundirê malê jî.
* Hinek ji wan jî li wir bûn xwedî mal û zewicîn. Bandora zimanê biyanî li ser wan xurttir bû ta ku bi zarokên xwe re ne bi zimanê dayikê, bi zimanên din axivîn. Jixwe, zarok li dibistanê bi zimanê biyanî perwerde dibûn, sistbûna dê û bavan jî wer kir ku zarok bê kok mezin bibe.
* Mirov dikare çend rexneyan li saziyên Kurd jî bike. Çawa ku mamikên me yên Kurdî dibêjin: Hewqasî ku tu ji zimanê xwe hez dikî, li hemberî wê jî tu ji welatê xwe jî hez dikî.
Sazî û dezgehê Kurdî li hemû dinyayê misogeriyê didin li çand û kultura xwe yî niştimanî ku wê me parastiyê heta niha. Lê di vir de tiştek heye, li Ewrûpa bi taybet, xwedîderketina li ziman hinekî qels e. Gelek festîval û bîranînên Kurdî çêdibin li Ewrûpa, em dêhna xwe bidin wan çalakiyan jî em ê bibînin ku di mijara ziman de em çendî sist in. Her wiha weşanên ku em pêrgî wan tên pirrannî bi zimanên biyanî ne.
* Di nav gelek platforman de em qala giringî û mezinbûna zimanê xwe dikin. Lê di rastiyê de zimanê Kurdî cihê xwe di asta jor de nagire, heta em dikarin bibêjin, ji bo zimên xebateke mezin divê em tim bi sitûxwarî bi ser de diçin. Gelek civîn û rewşenbîrên me jî ta niha hîn li ser çapemeniyê, bêhtir rehetiya xwe di zimanê din de dibînin.
***
Ev tiştên me li jor qala wan kir bi taybetî di berjewendiya dijmin de ye. Ji aliyê şerê taybet ve, dixwaze dewra xwe bi ser gelê Kurd de bîne li hemû beşan, û di serî de, ew destê xwe dide ser birîna ku gel zehmetiyê jê dikşîne.
Azadî û serxwebûn bê xebat û lebat bi dest mirovan nakevin, gelek celebê xebatê hene, yek jê xwendin e.
Li her welatekî li cîhanê xwendin di asta yekemîn de ye, weke nimûne zarok di temenên xwe yî biçûk de wî fêrî xwendinê dikin ji bo çanda xwerû di serî wî de bê çandin, û xwendina wî di paşerojê de bibe wek darekê ku her meweyên wê darê sûd û qezencê bidin, ji xeynî xwe siya wê jî bibe star ji bo gelek kesan, meweyên darê ew bi xwe dibin berhemê wê kesa xwendevan e, û siya wê dibe civandina ew kesê ku li dora wî/wê dicivin ku dibe zanyarek di civaka xwe de û karê perwerdeyek û fêrbûneke paqij û bi şehrezayiyê bide nivşê şagirt û xwendekarên ku ew jî karibin rola xwe di civak û derdora xwe de bilîze, ta ku di cîhanê de zimanê dayika xwe bilind bike.
Ji ber ku dema ku yekî nivîskar pirtûkekê dinivîse ji bo pirtûka xwe çap bike, ew bi xwe gelek dem û sal di ser de derbas dibin ta ku karibe pirtûkekê binîvîse, û wê ked û xebata xwe ya hewqas sal li ber destê me datîne bi berhemeke xwe. Xwendekar wê berhemê dixwînin bi hesanî, lê nizane bê çiqas dem di ser de boriye ta ku bûye pirtûk.
Hêviya me teva ew e ku em li ser zimanê dayika xwe bêhtir rawestin ku em karibin di rojên li pêş de bandorê li nivş û ciwanên me bikin û wan bixemilînin bi çand û wêjeya pêşiyên xwe ku wan navê xwe bi tîpên zêrîn neqişand di rûpelê dîrokê de, û ji me re bûn nimûne ku em rêka wan bişopînin û xwepêşandana wan dewam bikin.
ARMANC HACÎ / Xwendevanekî Yeni Özgur Politika